kabrayekî kurd hebû çîlke firoş bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  800 Dîtin

kabrayekî kurd hebû çîlke firoş bû, hemû řojê eçû be koł çîlkey ehêna û eyfiroşt, bewe ejya. em kabraye xoy keř bû, jinekey keř bû, kuřêkî hebû keř bû, kiçêkîşî hebû ewîş her keř bû! le małî pîrîjnêka bû nawî «pûre fate» bû, ewîş her keř bû!

řojêk kabra be kołe darewe hatewe, muxtareke bangî kird û witî: were dû qiřanit bidemê xercî ke. kabra be kołe çîlkewe řaykirde małewe, jinekey pirsî: bo çî net firoşt? witî: kiçê min pyawêkî hejarim, xełkî xêrim pê eken keçî muxtar daway dû qiřanim pîtakim lê eka. jinekey řûy kirde kiçeke û witî: řołe seyrî bawkit ke hatuwe ełê goştî meřtan bo bikiřim yan goştî ga? minîş ełêm to herçêkyan bikřî her başe! kiçe řay kirde lay birakey û witî: kake daykim pirsim pê eka ełê kuřî weyse daway toy kirdiwe şoy pê ekey yan ne? minîş witim daye min wekû kiçî xełkî nîm bawik û to û kakim be her kesêkim biden řazîm! kuřeş be tuřeyyewe çû bo lay pûre fate û witî: wełła herkes pêm biłê pûre fatey gawe eykujim! pûre fateş witî: wełła bawkim jûrî xome û le dû qiřan kemtirî nadem!