řojêk kwêxayek eçête xizmet meḧmû paşa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  638 Dîtin

řojêk kwêxayek eçête xizmet meḧmû paşa, bîstibûy ke paşa le estemboł danî dirust kirdibû. lêy epirsê: qurwan ew diganî le nwê jinyagî bedes helperseyage bo çî xase? paşaş ełê: qise nekem kes nazanê danim nemawe û şitîşî pê exom. kabra ełê: qurwan bê qewî newê nuqłe řeqe badamîyekan û keşkî pê exoy? paşa fermûy: newełła şitî wa řeqî pê naxurê. kabra ełê: be xwa diganê ke nuqłe badamî û keşkî pê nexurê gwî têwê? paşaş hîç deng naka.