tofîq aẍay gełałî gêřayewe witî: wextî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1026 Dîtin

tofîq aẍay gełałî gêřayewe witî: wextî xoy kabrayekî şêx simaylî legeł ’ebas aẍay bawkim nasyawî hebû, řojêk koçman kird bo kwêstan eçûyn, min û bewraẍa û ewłaẍa û dû swarî ke, le xizmet bawkima bûyn, řêman kewte ber małî kabra, kabra legeł bawkimî çawpêkewt řaykird ciłewî espekey girt û witî: aẍa, yan ebê emir biken bimkujin yaxud dabezî le mał em xizmetkarî xote qawełtî bikey. bawkîşim řûy kirde ême û fermûy: em pyawe le qedîmewe dostime, ba diłî neyeşê dabezîn.

îtir dabezîn çûyne jêr dewareke, kabra destubird gîskêkî serbiřî xoy û jinekey destyan kird be girun û lênanî, dû sê se’at danîştîn her çîẍêkîş le beynimana bû - bawkim bangî kird fermûy: ême řêman dûre zû nanman bidenê ba bîxoyn û biřoyn. gwêman lêbû kabra lewdîwî çîẍekewe be jinekey wit: direnge têke ba boyan berim. jinekeş witî: çîbkem goşteke nekuławe. kabra witî: kiçê têke emane gełałîn, gełałî, segî sya be pêstewe exon! bawkim temaşayekî êmey kird û zerdexeneyekî kird û êmeş pêkenîn.