řesuwaẍay menguř hebû pyawêkî řîşsipî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  969 Dîtin

řesuwaẍay menguř hebû pyawêkî řîşsipî û bezmelî bû, zorî ḧez le qumar dekird, hendê carîş nwêjî dekird û qur’anî dexwênd. carêkyan le kořêkî dîwexanekeya da’enîşê milî xełkeke egrê bo ewey qumarî legeł biken kes milî nadatê û legełî naka. katî qur’an xwêndinekeşî nizîk buwetewe be naçarî xełkeke etirsênê û ełê: eger qumaranim legeł naken deçim qur’anan dexwênim, desa direnge!