şêxêk le nořebab hełkewtibû, henasey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  819 Dîtin

şêxêk le «nořebab» hełkewtibû, henasey gîra û du’ay le kara bû, şêt û harî çak ekirdewe, dizrawî edozîyewe, bestirawî exsite kar tobey diz û diroznî da’eda, gelê bo gel be xizmet bû. řojêk kwêxa mistefay «bîwre» çuwe xizmetî û witî: ya şêx to em feyz û bereketet heye, ke mirdî le kîsî hemûman eçî, ewladêkit nîye cêt bigrêtewe ba jinêkit bo bênîn, xoyşit lezzetî jin û mêrd ebînî û ewladekeyşit kełkî xizmetî qewmekey pêwe ebê. bemcore şêxî xiste ser sewda.

şêx hełsa çuwe xizmet mela meḧmûy barê û witî: qurban řûyan lê nawim jin bêrim. fermûy: başe pêẍember fermûyetî «alinkaḧ sintîErebî».

şewqî namênê çiray xanedan
meger be sayey jinî xanuman

pirsî: qurban jinî çonî bênim? fermûy: jinêk bêne xoşewîstî bizanê, newey baş bixatewe û meylî çakey le řegezda bê, xot le sê core jin biparêze, le bêwejnê ke mêrdî mirdibê, her sate ne sate ełê řeḧmetîyeke eyşêlam, bonî ekirdim pêy maç ekirdim, le jinê ke dewłemend bê û be hoy parekeyewe şanazî bika û minet be ser pyawana binê, le jinê ke mekir kere û be ayn û oyn bê, hemîşe xoy bixa û be nikenk bołe bika. qeyre kiç başe qedir zane, pîrêjin jare henasey mare, jin le ’umrî dewe ta bîst ḧezî nefse, le bîst ta sî bo diłdarî û yarî û dyarî, le sî ta çil dayk mindał, le çil ta penca sere û karî mał, le penca be dwawe xwayşî lê řenca!

be ḧisabe şêx hate ser emey kiçêk bênê, bełam zortir le diłî xoya sewday kewte ser ewe neşmîleyekî xincîle bênê, yekê le aẍa lêkewtuwekanî «sincełê» kiçêkî cwanî naskołey bû goranyan pya hełdabû:

fatelê le sincełê
bom bûste mang hełê
bangit ekem biłê bełê
ewsa were legełim hełê

şêx meylî çuwe serî, her çend wityan: ya şêx ewe mindałe le řêy toda nîye, ewane kone çekme řeqin lûtyan berze, be parey ser qełemaney nûşte û desene be řêwe naçin. ew gwêy nedaye, xwazbênî kird, ewsayş kiç wekû êsta nekewtibuwe serukławî xoy be hemû kesêkyan eda, dayanê.

sa sałî tê wernegeřayewe kone daxwazêkî şewê wekû goranyan pya hełdabû witbûy:

bangit dekem biłê bełê

le dergawe bangî kird. witî: bełê û hełat! katêkyan zanî çûne «nenor» małî meḧmûd bege şele - ke bê dînî bo dujminî şêxan - lewê bo xoy legeł lawe xoşewîstekey cutyan girt û şêx be tenya mayewe. înca şêx ke caran nîwe şewan dengî zîkir û qur’anî ehat, emca hemû şewê be kołê giryanewe ey gut:

fatelê hey fatelê
bangyan kirdî witit bełê
pendî pîrane bełê
cwan ebê le pîr hełê?