kuře keçełêk pyawî pyawêk ebê. şewêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  965 Dîtin

kuře keçełêk pyawî pyawêk ebê. şewêk aẍa le mał nabê, xêzanî mał, ebê be aẍajin û kiçî aẍa û karekerêk. şewê kuře keçeł agirî ber hełî’egrê û nawêrê dengîş bika. fîkir ekatewe ełê be dem xewewe ełêm aẍa jin bênim? eger tûře bû, ełêm nustibûm agam lê nebuwe, eger xo witîşî were ewe hîç!

xewî le xoy xist û be dem xewekewe be bizřikawî witî: «aẍa jin bêm?» hîç deng nebû. carêkî tir witîyewe dîsan deng nebû, carî sêhem ke witîyewe aẍa jin witî: «dek ’emirit nemênê, dengit heye û řengit nîye!» kuře keçeł gwêy nedaye, witî: newek taqîm katewe paşan lêm tûře bê. aẍa jin, ke zanî kuře keçeł her dyar nîye înca witî:

«kuře keçeł xawen tełay deste û şar! keşûşî sûrî yaqûtit le kanîy cwanîyda şardotewe. aya hîç agat lêye? ke gencêkî bê řencî duř û mirwarî û yaqût le hûmey tełayî xusrewanîda çaweçawyetî bo ew şûşe, - ke bêcge le guławî jyanî gyanan hîçî tirî têda nîye. bêguman ewaney behredarî serçawey eqił û famin şûşî sûrî yaqût le xezney mirwarîda nebê le hîçî tira hełnagirin!». kiçe ke gwêy lem qiseye bû witî: řaste xezney duř û mirwarîye bełam ewaney seřafî gewherşinasin aya hîç agayan lewe heye, ke aqłanî meydanî cewahirfiroşî duřî sadey bêgerdî mînayî, gułî sûrî nejakawî baxî tenyayî nagořnewe be duřêk ke destî westay zeřenger be qulapî qulapdozî şew karî tya kirdibê?! duřêkî yemanî bengînêkî suleymanî meger be simî ahwanî xuten û be mîskî ẍezałanî xetayî mor kirabê aya şay newciwanan û aqłî řozgaran eyda be duřî, ke kun kirabê?!

karekereke gwêy lemane bû henaseyekî hełkêşa û witî: êmeş xwayekman heye!