kabrayekî kurd, dinya zistan bû, řêy kewt...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  927 Dîtin

kabrayekî kurd, dinya zistan bû, řêy kewte dêyek temaşay kird małêk dûkełî lê heł’estê, witî: biçme em małe le hemûy baştire, ke çû seyrî kird em małe, małe cołaye, małe cołaş nextê pak û puxt û be ser û berin. pyaweke xerîkî cołayî û jinekeş tenûrî daxsituwe nan eka.

çû danîşt. kabray coła seyrî kird jinekey şermî be dereweye. le pê - çałekeda «mekuk» ekey ehêna û ebird, wîstî jinekey têbgeyenê ke xoy dapoşê, eyut: «hepoş mepoş, wî kun dapoş» jine tê negeyşit. kabra pişkiłe sûtawêkî bo fiřê da, pişqił bo neçû nekewte kunî şermî jinewe! jine daçłekî û şer’ şermî bo nîye tiřêkî kend! înca kabray mêrdî eyut: «heter meter em lew bedtir!»