dewrî pêşû dewrî bazgerdanî bû...
dewrî pêşû dewrî bazgerdanî bû, baz be ser her kesêkewe binîştaye, ebû be padşa, dû pyawî kurd le wiłatî kurdewarîyewe her le tafî mindałî û herzekarîyewe řojgaryan pêkewe řabwardibû, payz dahatbû le cût û kêşe û sepanî bibûnewe, eçûn bo şar şitûmekî zistane bikiřn bo xoyan û mał û mindałyan. geyştine ser kanîyekey «kanî maran» lewê tozê danîştin bo ḧesanewe û kewtine demeteqê.
bîstibûyan ke le şar bazgerdane, herwa bedem qisewe, qiseyan hate ser ewe ke yekêkyan bewî keyanî wit: erê eger êsta ême çûyne em şare û baz hat be ser towe nîştewe û bûyt be padşa, çî ekeyt? witî: weła ewî çake û dadperistîye ewe ekem, her şitê xwa ḧezî lê neka ewe la ebem û her şitê xwa pêy xoş bê ewe ekem legeł merdum û tûdey wiłata.
înca ew lewî pirsî witî: ey eger baz nîşt be ser towe û to bûyt be padşa, çî ekey? witî: weła bira ewî řastî bê, le xirape bewlawe hîçî tir nakem. ewî sitem û cewre ewe biław ekemewe, ewî xwa ḧezî lê neka ewe ekem legeł xełka. witî: kuře çon şitî wa ebê? witî: diłî min ewey ewê, eger bûm be padşa lewey ke witûme lêy lanadem, eger neşbûm ewa hîç. bem core her dûkyan peymanyan best û hestan lêyan da řoyştin.
ke çûn le qerax şar ḧeşamatêkî zor kobotewe û baz be asmanewe esûřêtewe, emanîş çûn le goşeyekewe bo xoyan řawestan. baz hat û çû geřa, le axra xul xul hat nîşt be ser eweyanewe ke witbûy min le xirape bew lawe hîçî tir nakem! cwan û puxt birdyan û leser text dayan na û bû be padşa!
îtir emîş bere bere wirde wirde destî da be encam geyandinî ew bîr û baweřaney ke heybû. le zor û sitem û le cewr û xirape. hemû xełkî wiłat û qełemřew be teng hatin! ewîş řoj be řoj xirapekanî her řû le zyadî bû, way lê hat be hîç cor bezeyî la nema û wekû ga kuj kewte naw ew ’alemewe.
řojêk îşêkî fire naşîrîn û sitemkaraney dahêna û day be şanî hemû ehlî wiłatekeda, witî: ebê em îşe biken. kirdinî îşekeş le wizey ehlî wiłatekeda nebû, kobûnewe û kewtine qiselêwekirdinî, kewtine ewey ke bełkû îşêkî wa biken padşa em siteme nahemwareyan leser la ba. le her řêgeyekewe boy eçûn kełkî nebû, axir qiseyan hate ser ewey wityan padşa le wextî xoya hawřêyekî hebwe biçîn bełkû bîdozînewe û bînêrîne lay ew tikay lê bika û be tikakey ew em sitememan leser hełbigrê!
çûn û be her cor bû kabrayan dozîyewe û pêyan wit: kabraş witî: bawkim! min êsta
pyawêkî sepanî hejarim û ew padşeyekî gewreye, ne emnasê û ne řêgeşim eden biçme lay. be her zor û xwahîştêk bû kabrayan saz kird û hełsa çû, ke çuwe ber barega řayspard be padşa biłên fiłan kesêk hatuwe bo lay, aya derfet heye çawî pê bikewê? padşa her ke gwêy le nawî fiłan kes bû hesta û ta ber dergay ḧewşe çû be pêşwazîyewe - legeł eweda ke ew cilêkî şiřîşî lebera bû - baweşî kirde milî û emla û ewlay maç kird, birdye jûrewe û le tenîşt textekey xoyewe dayna, padşa zor serzeniştî kird, ke bo çî em mawe dûr û dirêje dyar nebwe? bo çî ebê dostayetî û řefaqetî konî le fîkir çûbêtewe...
kabray hawřêy pêy wit: biram! to êsta padşay wiłatêkî zilît, min her kabra sepanekey caranim, kê min enasê û kê řêgey min eda ke bigeme lay to? to padşa û min sepan, eme her řêk nakewê û abřûy toş nabem! padşa leme zor diłî teng bû, witî: biram min û to her hawřêkey caranîn, we nebê min xomim lê gořa bê, zeman minî kiruwe be padşa, bełam dostayetîyekem legeł toda her sepanekey caranîn.
û gelêk lem qisane û lem gileyî û binaşteyan kird û paşan kabra řûy kirde padşa û witî: ke wate êsta min bo îşêk hatûmete lay to. padşa witî: fermû. witî: to lew wextewe bûyt be padşa ta êsta gelê sitem û cewrit legeł em xełkeda nwanduwe û hemûşyan lê wergirtiwît. êsta îşêkî tirî zor zilit dawe be seryana ke le wizey kesyana nîye û sitemêkî zor nahemware. min hatûmete lat bo tikay ewe ke em taqe sitemeyan leber ew dostayetîyey ke le beynimana heye - leser laberî.
padşa tozê serî daxist û lepaşa serî berz kirdewe witî: kake bira! ke min û to ehatîn bo em şare û leser kanîyeke danîştîn û hendê qiseman kird ew qisanet le fîkir mawe? witî: bełê. witî: çî bûn? witî: min witim eger bibim be padşa le çake bew lawe hîçî tir nakem, toyş witit eger bibim be padşa le xirape bewlawe hîçî tir nakem! witî: kesî tir le beynimana bû? witî: bêcge le xwa kesî tir nebû. witî: xo xwa zor çak gwêy le qisekeman bû? witî: bełê... witî: ewe bû, beřê kewtîn û hatîn. paşan min bûm be padşa - we wayş ezanim ke xwa kirdimî, we bo eweşî kirdûm ke îşî xirape û cewr û sitem bikem legeł em xełkeda. çunke eger bîwîstaye çakeyan legeł bikirê, ehat toy ekird be padşayan. dyare ke minî kirduwe wa egeyenê emane xirapin her şayanî xirapen, eger çak bûnaye, şayanî çake ebûn ew wexte to ebûy be padşayan. ke wate hîç lem řuwewe řûm lê menê û natwanim lem siteme ke xistûme ser şanyan dest hełbigrim. her wext ke şayanî sitem nebûn û pak bûnewe ewe bê şik bizane ke xwa minyan leser la eba û yekêkî wek to eka be padşayan. kabray hawřê ke em qisaney bîst îtir hełsa maławayî lê kird be şwênekey xoya geřayewe.