sałêk le kerkûk le mizgewtî menare...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  1167 Dîtin

sałêk le kerkûk le mizgewtî «menare nexşîne» yekêk le feqêkan bo nwêjî nîweřo eçê bo desniwêj şitin, ke eçête abxaneke, seyr eka piryaskêkî gewre le ser dîwarî awdestekeye, hełî egrê û ełê heta xawenî peyda nebê gunaḧe newek dest yekêk bikewêt neydatewe. ewende ezanê ke lîreye û lîreyekî zorîşe, îtir naykatewe bizanê çend lîreye, nwêjekey eka û eçête ḧucre.

le demedemî ’esra temaşa eka; wa kabrayekî zile be henasebřikê hat û řengî le řû biřawe û şipirz buwe, xoy kird be awdestekeda û hatewe derewe be çepok berbuwe ser û gwêlakî xoy û destî kird be giryan û hawar hawar. xełk û xwa lêy ko bûnewe û wityan: ewe çîye? çît lê qewmawe? witî: xełkîne bo xatrî xwa małim kawil bû. min tucarim û ẍerîbim, xełkî ḧełebim bo cełeb kiřîn hatbûm bo em wiłate, hezar lîrem pê bû, hatme ser em awdeste dest be aw bigeyenim hezar lîrekem leser dîwareke dana le bîrim çû, êstake çûme bazař kewtewe fîkirim û boy hatmewe seyr ekem nemawe! emey wit û wekû baranî behar aw be çawanya ehate xwarewe.

feqêke fîkirî kirdewe û witî: em pyawe ẍerîbe û em pareyeş êsta bo min ḧerame ba pêy bidemewe, řenge dest berê lîreyekim bidatê eydem be kewayek, ew lîre ḧełałe hezar lîrey ḧeram dênê. witî: bawkim megrî pareket eweta lay min. hełsa çû boy hênayewe. kabra, ke temaşay kird ew girêyey lêy dawe girêkey nekirawetewe. parekey wergirt û lêy da řoyşit. bo êware hatewe bangî feqêkey kird destî bird taqe pulêkî daye! witî: ew pule bere? gûşe şekirêk bikře û xotî pê bixinkêne! feqê witî: bira! min leber xwa kirdûme, leber pare nemkirduwe. witî: pêt ełêm biço gûşe şekirêk bikře û xotî pê bixinkêne!

feqê be dem feqêtîyewe egeřa, řêy kewte ḧełeb, çû le mizgewtêk le lay melayekî baş be feqêyetî damezra, xerîkî ’îbadet û xwêndin bû. koşkêkî zor gewre dirawsêy mizgewt bû. xawen koşkeke řojêk her sê tełaqî ekewê, dête lay melake boy çak bikatewe. melaş ełê em tełaqe çak nabêtewe meger be mare be caş nebê! kabraş qibûłî naka, çunke tucarêkî gewrey ḧełeb ebê, pêy naxoşe em nawey bikewête şwên.

eçê hemû dinya esûřêtewe çarî tełaqekey nakirê û natwanê dest le jinekeşî hełbigrê, çarnaçar dêtewe lay melay geřekey xoyan û ełê: bom çak kerewe, bełam nabê kes pêy bizanê. melaş ełê: her kesê bêt her ezanrêt, min feqêyekî ẍerîbî kes nenasî xełkî ew wiłatî kurdistanem laye, pyawêkî zor be dînîşe, dênîn jineke lew mare ekeyn şewêk le lay bê û bo beyanî tełaqî eda. bem cure řeng bê kes pê nezanê. kabra bem tegbîre řazî ebê.

înca mela feqêyeke bang eka û ełê: řołe pyawêkî geřekekey xoman tełaqî kewtuwe û êsta emanewê be teḧlîl çakî bikeynewe, le toman baştir û řezasûktir nedîwetewe, min jineket lê mare ekem û sed lîreşt le kabra bo wer’egirim, îmşew le lat ebî û beyanî tełaqî edey, ba kesîş bem keyn û beyne nezanê. feqê bem mi’ameleye řazî ebê.

ekewête êware mela micewreke û xoy ebin be şahêd û jineke le feqê mare eka. mêrdî jinekeş lewê ebê, pyawêkî be dîmen û boşnax ebê, mela be feqêke ełê: eme mêrdî jinekeye ke kewte beyanî sed lîreket bo dênê. feqê, ke temaşay kabra eka ebînê eme kabrayekeye ke le kerkûk kîse parekey lê be cêma û le paşa pulêkî dayê witî: xotî pê bixinkêne. zor serî sûřma, bełam kabra em nanasêtewe. jinekeş ke lewê ebê çawî be feqê ekewê seyr eka pyawêkî law çak û şox û şenge, eçête diłyewe. xêra enêrê destê cilî nayabî bo eben bo ḧemam û be feqêş ełên biçore ḧemam. feqê eçête ḧemam xoy tasulûs eda û deste cil leber eka û eçête lay jine, wekû padşa zadeyek biçête jûrewe awa ebê. ew şewe legeł jineda řa’ebwêrê û jineş feqêy be tewawî eçête diłewe.

le berî beyana feqê henaseyek heł’ekêşê, jine ełê: bo çî ew henaseyet hełkêşa? feqê ełê: hîç xeyałêk bû kirdimewe. jine ełê: nabê ebê pêm biłêyt. ełê: fiłanî em kabray mêrdî tuwe sałêk hate kerkûk - wiłatî ême - hezar lîrey leser dîwarî abxaney mizgewtêk le bîr çû, min dozîmewe û pêm dayewe le paşa destî bird pulêkî damê û witî: biço bîde be gûşe şekirêk û xotî pê bixinkêne, witim boçî? witî: yekê hezar lîrey destikewê eydatewe? ew wexte wa û êstaş weha.

jine witî: her wa? witî: bełê. witî: ke wate em mał û koşk û dewłete ke to eybînî hîçî hî ew nîye hemûy hî xome. êsta minîş be şer’ jinî tom û toyşim ewê. to îtir min tełaq mede, beyanî ke hat bo êre toyş dest berew pulêkî bo fiřê de, biłê bîde be gûşe şekirêk xotî pê bixinkêne. bem core tołey xotî lê bikerewe. feqê witî: ca be řastite? witî: a.

beyanî her legeł mela bangidana kabray kone mêrd hełsa çû bo mizgewt û çaweřêy ewey ekird feqê bêtewe bo mizgewt û jineke tełaq bida. feqê her dyar nebû, hetaw kewt feqê nebû. kabra çuwe lay mamostakey. mamosta micewrekey nard be şwênya. emîş witî: małî xome û êsta arezû nakem bême derewe. kabra agirî têber bû, hat bo małekey xoy, xanim witî: qapî lê daxen meyełn bête jûrewe. kabra seyrî kird qapî lê daxrawe, her le dûrewe bangî feqêy kird witî: hełse were îşim pête. feqê hîç cwabî nedayewe. le axra feqê le pencerey koşkekewe pulêkî bo fiřê da û witî: ew pule bere bîde be gûşe şekirêk û xotî pê bixinkêne.

kabra emey bîst, pencey xoy bird be dema û kewtewe fîkirî ke eme ew feqêyey kerkûke ke wextî xoy em cewrêkî way legeł nwand. bangî kird: feqê min kirdim to neykey. witî: her eweta pêt ełêm biço ew pule bere guşe şekirêkî pê bikře xotî pê bixinkêne... îtir carêkî tir serî nekirdewe bew qapîyeda û feqê kewt be ser ew xezne û małeda.