kabrayekî kurd hebû mał û samanêkî zorî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  1220 Dîtin

kabrayekî kurd hebû mał û samanêkî zorî hebû, legeł em samaneya taqe kuřêkî hebû, be hemû core nazdarîyek em kuřey be xêw kird û zor diłî pê xoş bû. dinya ta ser bo kes nîye bawkeke beharî cwanî hate xezanî pîrî, gułî temenî le baxî jyana hate werîn.

kuřekey bang kird û witî: řołe! min samanêkî zorim bo ko kirdûytewe. ewa eme axir çawpêkewtinêke ke to em bawkey xot çaw pê’ekewê! gułî hîwam le dinyada to bûy, boye ew hemû řencem da ta em samanem bo ko kirdîtewe, bo ewey min le sêber toda û to le sêberî ew samaneda biḧesênewe! ewa min eřom neḧesamewe, bo ewey to biḧesêytewe, sê amojgarît ekem, le qisey em bawkî xote dermeço û em amojgarîyane be cê bêne:

yekem: ta mawî tîwaz (qumar) meke, eger her zor arezût kird bîkeyt biço bigeřê bizane westay hemû qumarbazekan kameye le geł ewda bîke!

dûhem: ta mawî mey (’ereq) mexorewe, eger xotit pê řagîr nekira wîstit bîxoytewe, biçore meyxane bîxorewe.

sêhem: hergîz meçore lay jinî cende (qeḧbe), eger her hełyan xiřanît û wîstit biçît, le axir û oxrî şewa biçore cundexane (qeḧbe xane), lewê îşî xot bibîne, emane enderzî minin bo to le qisem der meço!

bawke mird û maweyekî pê çû kořukał hatin û dewrî kuřeyan da, wityan: dinya emey pê nawê û hemû kes ebê bimrê, pyawîş eger le dinyada mał û dewłetî bû, aheng û bezmî leser neka çi kełkêkî heye? xo to goşegîrît ne girtuwe le dinyada, boç ewende xot eparêzî?! dinya boye xoşe pyaw qumarî têda bika, boye xoşe ke xemekey be badey mey biřewênêtewe, legeł nazdaran û gułendamana řabwêrê, em baweře koneye çîye to kewtîte serî? heste heste ba biřoyn tozê le lezzetî dinya têbgey!

herçende kuře hawarî kird û herçende witî: ke axir bawkî pendî dadawe ke îşî xirape neka kełkî nebû, wityan: eto heste ba biçîn destê qumar bikeyn ew wexte eger ta mawî wazit lê hêna ême hîçman nezanîwe! bê eqił! qumar řoj be řoj pyaw dewłemenditir eka, bawkit eger lêy bizanyaye û bîkirdaye, ew samaney êstay ebû be dû ewende.

bemcore qisane kuřeyan le xişte bird û witî: başe, bełam ewende heye min ke lêreda qisey bawkim eşkênim leweda nayşkênim ke pêy witim eger tîwazit kird legeł gewretrîn tîwazbazekana bîke, ba biçîn bizanîn kê le hemû kes qumarbaztire û westay qumarbazane, min le geł ewda eykem. wityan: başe. lêyan da řoyştin lem şar bo ew şar û lem wiłat bo ew wiłat pirsyaryan le westay qumarbazan ekird, heta le axra nawnîşanyan danê ke le fiłane şwên yekêk heye û le dinyada lew qumarbaztir her nîye. çûn dozîyanewe, kuře legeł hawřêkanya çû seyrî kird, seryan kird be kelaweyekî wêraney peřpûta! ke çûne jûrewe pyawêk danîştuwe pîs û poxił, giłême şiřêkî xistote jêrî, gogird be xoyewe binê bosoy lê hełnasê leber řûtî û perêşanî! wityan eme westay hemû qumarbazekanî dinyaye û lem westatir îtir nîye!

kuře seyrêkî fesał û dîmenî kabray kird û witî: emeye ke, bandesî le qumar kirdina nîye? wityan: bełê to çawit lew ḧał û bałey nebê, ewe zeman hênawye be serya, egîna eme ewende dewłemend bû, kes le jûr emewe nebû!

kuře witî: birayne! ewpeřî eweye ke minîş le pênawî qumara serkewtim û bûm be westayek wekû em westaye, be axra ebê ḧał û bałîşim bibê be ḧał û bałî ew, eme paşařojî pyawî westay qumarbazan bê, ey ebê paşeřojî pyawî şagird qumarbaz çî bê?! ke wate le kwêwe hatûyn ba be şwênekey xomana bigeřêynewe, derzêkî başim wergirt, bom derkewt ke paşeřojî qumarkirdin çîye? herçende dostekanî hawaryan lê kird kełkî negirt û geřanewe.

sa řojgar hênay û birdî, dîsan kuřgel û dost û birader dewreyan dayewe wityan: mirdût mirê ełêy pişîley gwê agirdanî le gwê agirdaneke bewlawe hîçî tir nazanî, de heste bo ewende řijdî? to em hemû saman û małet heye, axir ebê carcar pêke ’ereqêkî bo bixoytewe? be lanî kemewe bo ewey tozê le pejare dûr kewyewe. eweşt pê ełêyn carcar be xwardinewey pêke ’ereqêk samaneket dwayî naye, de heste îtir řijdî meke! kuře witî: be gwêtan ekem, bełam bawkim pêy witûm eger xwarditewe biçore meyxane, êstaş min lewêda nebê nayxomewe. wityan: başe, de to wa biłê!

hestan têkřa řûyan kirde meyxaneyek. ke çûne jûrewe kuře seyrî kird ewa yekêk le layekewe kewtuwe û demî çeqîwete xoł û xakeke, yekêkî tir xoy le xoyewe hestawe lew naweda sema eka, dûy tir lew lawe berbûnete ser û gwêlakî yek û le yektirî eden. yekêkî tir dengêkî zor nasazî pêweye fûy pya kirduwe mêşkî ew ’alemey birduwe! be kurtî her yek le sazê lê eda!

kuře pirsî: em hera û zenaye çîye? hawřêkanî wityan: axir ewe emane ’ereqyan xwardotewe, serxoşbûn û keyf û aheng eken! kuře witî: dek mubarek nebê! emeye berî mey xwardinewe û emeye aheng û řabwardin? min pareş bidem û awaşim be ser bêt? hestin kake min şitî wa nakem wa xom gewc nakem. herçende hawaryan kird wityan eme şitêkî wa nîye, kełkî negirt û geřanewe.

zorî nexayand deste dostêkî tirî lê peyda bû hemû kuře kuřey geřek bûn, hatin wityan: małwêran eme to şêtît, gewcît, çît? êcgar bê nefsîş bem core? xo to şêxî sen’an nît wa xotit kuştuwe? de heste ba biçîn çawêkit be dinya bikewê, temaşayekî ew nask û nazdarane bike ke hemû ełêy perîn û le bergî ’însanan?! tozê legełyan řabwêre ca ew wexte ezanî ke berî dinya çend xoşe û ew maweye to hemû ’umrî xotit be xořayî dořanduwe! de heste heste leser em eqłe kone bêre xwarewe, ba tozê le dinya têbgey!

le diłî xoya witî: le sê pendekey bawkim her emeyan mawe, ewanim be gwê nekird û qisem şikand emeyan her ebê be gwêy bikem û dest nabem bo em îşeyan... kuřukał her çend le gełî xerîk bûn kełkî negirt û legełyan neçû, ewan zoryan wit û em kemî bîst. bem core legełî xerîk bûn û her care lew qise ẍeramîyane ke pyaw ebziwênê boyan egêřayewe û carcarîş tanutyan lê eda! ta le axra wayan lê kird ke mil bênête jêr bar û le gełyan biçêt! lêreda amojgarîyekey bawkî kewtewe fîkir û witî: be layenî kemewe madam her eçim ba be pêy amojgarîyekey ew biçim.

řûy têkirdin witî: bira dêm legełtan, bełam ebê bîxeyne axir û oxrî şew, ba kes nemanbînê. wityan: başe to çon ełêyt ba wabê her legełman bêyt û tozê bo xot xoşî dinya bibînît. eweşî wit: ebê biçîne małî afretêk ke lew cwantir nebêt. wityan: ewe leser ême to karit bewewe nebê! şewê da hat û sê beşî řoyşit, emanîş hełsan lêyan da řoyştin, kuřgel şareza bûn, çûne małêkî nasraw ke zor cwan bû. teqeyan da le qapî. jine nustibû, le naw cêga hesta û hat qapî bo kirdinewe. kuře kitupiř «niřnayş» êkî berçaw kewt; afretêkî pîsî řengizerdî gijnî nûrî cwanî le çaw biřaw! ser kułim û lêwekanî ke be řoj sûrî ekirdin - dermanekeyan lê bibowe, kułim û lêwêkî pîs û naşîrîn şwênî girtibûn. leş û hendam û ser û beçkî - ke be řoj be hoy dwa û dermanewe kirdibûnî be çepłe guł - êsta wekû gujałkyan lê hatbû. be kurtî dîmenêkî hate ber çaw gelê naşîrîntir le dîmenî xatû meymûn! witî: emeye ew pełk sewzey ke etanut le cwanya şewqî le mang senduwe!? wityan: ewe to be řoj çawit pê nekewtuwe êsta le hemû îş botewe û nustuwe, le naw cêgey xewa hestawe, dyare hemû kes ke le xew řast bêtewe her waye?

witî: kakîne! nûrî cwanî nagořê, pyawê ke xoy be pyaw bizanê nayet şwênî em core şitane bikewê. eme leser qisey êwe nask û nazdartirekeyane, ey axo ebê ewan çon bin? êsta têgeyştim ke bawkî min feylesuf buwe ke em řawêjaney bo kirdim, ewa her sê pilekem taqî kirdewe, têgeyştim ke şwên kewtinî ew şitane bêcge le peşîmanî û negbetî hîçî tir destigîrî pyaw nabê û encamî hemûyan xesaretmendîye. emey wit û witî: «xwatan legeł» û be şwênekey xoya geřayewe.