qazîy hewasan legeł hetîwêkî zor cwan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  900 Dîtin

qazîy «hewasan» legeł hetîwêkî zor cwan ser û saxt da’exa, herçend amojgarî eken ke şûreyye dest le yexey em kuře bikerewe ba abřûy neçê, karî tênaka. şewêk pêkewe enûn, padşa agadar eken. ewîş beyanî zû eçête ser cêgakey, temaşa eka qazî kuřêkî cwanî le baweşaye û xencer le kêłanda! be hêwaşî xeberî ekenewe. qazî ser berz ekatewe seyr eka îş le îş tirazawe ełê: řoj hełhatuwe? ełên: bełê. ełê: le kam lawe? ełên: wekû caran le řojhełatewe. ełê: ke wate hêşta qapî tewbe danexrawe, xwaye tewbe bê lem îşe nabecêyem.

padşa ełê: em qisane kełkit nagrê, ebê leser ew koşke bitxeme xwarewe parçe parçe bibît bo ewey hî tir çawî bitirsê û kesî tir carêkî ke şitî wa neka. qazî ełê: padşahim hî wekû min zore, yekêkî tir bixere xwarewe ba min çawim bitirsê. padşa pêy pê’ekenê û lêy xoş ebê.