kabrayekî kurdî xełkî qełaçwalan hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 7 Xulek  1265 Dîtin

kabrayekî kurdî xełkî «qełaçwalan» hebû zor bedbext bû, ew hejare her le mał bihatayete derewe îtir duçarî derdîserî û çurtimêk ebû. řojêk xizmêkî hat witî: mirdût mirê! to eme çîye? her le małewe danîştûy, ne eçîte małe xizmêk, ne serêkî bazař edey, ne derudeştêk ekey wekû pişîley gwêy agirdan kewtûy.! witî: bira çibkem ewende bedbextim her le mał çûme derewe îtir tûşî zerer û zyanêk ebim, înca ke wabû her le małewe danîşim başe.

xizmekey witî: emey to eyłêy hemûy fîkir û xeyałî şêtîye, emřo were legeł min se’atê egeřêyn eger tûşî bełayek bûyt řaste, eger nebûy ewa wahîmeye girtûtî, hîçî tir nîye. kabra witî: biłêm çî başe legełit dêm. hatin, hatin ta geyştine berdem seray ḧukmetîyewe, temaşayan kird ewa espêk beřełła buwe. be taw ehat bo naw bazař. kabrayekî xizmetkar bangî kird: xełkîne espî daroẍeye meyełn biçête bazařewe. kabray bedbext berdêkî biçkoley hełgirt û hawîştî bo espeke bełkî bigeřêtewe bo sera û neçête bazařewe û xełkeke bika be jêrewe, keçî berdeke kewt le çawêkî espeke û çawêkî kwêr bû! xełkî kobûnewe û espekeyan girtewe. kabray meyterî daroẍe pelamarî kabray bedbextî da û witî: segbab to espî daroẍet bo çî bem derde bird? yałła ba biřoyn bo lay qazî, şerit bê her êsta espeket pê bibjêrim!

nextê hatin bemlawe kabrayekî şarbajêřîy kerêkî be bare darewe le naw quřa kewtibû, bangî ekird: xełkîne xêrtan binûsê werin em kerem legeł řast bikenewe. hîç kes gwêy ne’edaye. kabra witî: bexwa min em xêre ekem. çû kilkî kerî girt û witî: yałła. kilkî ker le binda piçřa! xawen kere witî: xwa bitgirê to em kerey minit bo çî bem derde bird? wełła kereket pê ebjêrim! ewa şikatker bûn be dû!

kabra witî: waçake hełêm egîna emane be pendim eben. temaşay kird małêkî xoş takêkî qapîyekey pêwe dirawe û takêkî kirawetewe. tekanî da xoy le dest meyter řapsikan û fiřkey kird bo małeke. meger jinî xawen małeke zikî piř bû le pişt ew take qapîyewe - ke pêwe dirabû - seyrî kołanî ekird, kabra weha be tund qapîy kirdewe, dira le zikî jineke û destibecê kewt û mindałekey lebar çû! kabray xawen mał witî: derneçê ew segbabe! kabra be peyjeda serkewte serban, pênc şeş kes be dwayewe. temaşay kird xanûyekî zor berze, ewa le ḧewşekeyda cêgayek daxrawe witî: waçake baz bideme ser em nwênane eger milim şika ewa řizgarim ebê, xo eger hîçîşim lê nehat dîsan derbaz ebim, çunke emaney be şwênmewen nawêrin baz bidene xwarewe.

nawî xway hêna... tif le şeytan, dûr le řeḧman. bazî daye ser cêgake. meger kabrayek nexoşe le naw nwênekana nustibû! kabra bazî da, kewt be ser wirgya ewîş destibecê gyanî derçû! xêzanî ew małeş kewtine dway, ha lêre ha lewê axrî girtyan bałyan best û hênayan bo sera! qazî le hodey xoy nebû, hodeyekî biçkole hebû bo ḧesanewe terxan kirabû, lewê bû, emane ke hatin yekê bira kujraw, yekê jin mindał le bar biraw, yekê esp kwêr kiraw, yekê kilkî ker piçřaw! kirdyan be hera.

qapîwaneke witî: kuře hera û qiřeqiř meken cenabî qazî le jûrewe dewrî dela’il ekatewe. kabray bedbext pencereyekî biçkole le dîwarekeda bû, le pencerekewe temaşay kird ewa qazî hetîwêkî lûsî girtote berkar û xerîke legełî! kabra be dengêkî qaym witî: min hîç natirsim qazî ewa leser bermał danîştuwe be şer’ îş eka, çawîşim lêye «dila’il alxîratErebî» exwênê, kewa bû herçî dad û ’edił bê, ew ewe eka. qazî awřêkî bo kuneke dayewe kabray nasî.

zorî pê neçû hate derewe, çû leser kursî ḧukim kirdin danîşt, xełkeke çûne jûrewe, kabra, ke bira kujraw bû qazî lêy pirsî: şikatit çîye lem kabraye?? witî: qurban! birayekim nexoş bû le małewe le ḧewşe lejêr lêfeyekda kewtibû em kabraye bazî dawete ser zikî, birakem mirduwe, daway xwênî biram ekem. řûy kirde kabray bedbext û witî: to ełêy çî? ewîş witî: cenabî qazîye fenî min qise û mudafe’em her emeye bo xatrî ew dela’lulxeyrate ke tîlawetit efermû û min çawim lê bû, be ’edałet legełim bibzurewe. qazî hendê fîkirî kirdewe û witî: be bira kujraw: pêwîste em kabraye binêrîn lew cêgaye ke biraket lêy kewtibû, řakşê, toş leser banewe baz bidere ser zikî, bem core bîkuje. kabra witî: qurban to çî efermûy? eger min lew banewe xom berdeme xwarewe milim ebê be espon, nazanim em segbabe çon estoy neşkawe? qazî fermûy: řołe le mecellihida wa efermiwê û êstaş to ḧeqit her emeye. kabra witî: bexwa min em ḧeqem nawê û lêyda řoyşit.

kabra, ke jinî mindałî le bar çûbû hate pêşewe witî: cenabî qazîye fenî jinekem zikî piř bû, le dałanda le pişt qapîyewe řawestawe û temaşay kirduwe. em kabraye le piř hatuwe qapîyekey be corêk dawe be sing û zikya, destibecê kuřêkî le bar çuwe, êsta daway xwênî ew kuře ekem.

kabra dîsan witî: qurban cenabî qazî, be qurbanî ew «dila’il alxîrat»e bim ke çawim lê bû mutałat efermû, her be ḧeq... qazî tozê bîrî kirdewe û řûy kirde kabray mêrdî jine, witî: bawkim be qanûn ebê jineke bideyn bem kabraye, biçê le gełî xerîk bê heta zikî piř ekatewe, ew wexte bitdatewe. kabra witî: qazîye fenî min eme nakem. qazî fermûy: kuřim ḧeqit her eweye be şer’ û be qanûn. em kabrayeş boy derçû.

emca xizmetkarî daroẍe hat, witî: qazîye fenî espî daroẍe ber bibû û řûy kirde bazař, minîş bangim kird meyełn, em kabraye berdêkî hawîşt çawêkî espekey kwêr kird, espeke nirxî sed lîre bû êstake de lîre naka, şikatî bijardinî em pareye ekem. qazî witî: kabra to ełêy çî? kabra dîsan her witî: qazîye fenî bîke be xatrî ew «dila’il alxîrat»e ke eger be ’edałet legełim nekey! qazî le diłî xoya hendêkî tir fîkirî kirdewe û řûy kirde xizmetkarî daroẍe û witî: pêwîste espeke bikeyn be dû letewe, lete saẍekey binêrîn bo bazař çendî kird heqî ew lete ke çawekey kwêr buwe, lêy esênîn!

xizmetkareke witî: qurban xo espeke êstaş de lîre eka, eger bîkeyn be dû kertewe hîç naka, eme çilon ebê? qazî fermûy: řołe ḧeqî to her emeye le mecellihida wa efermiwê. kabray xizmetkar milêkî bada û şanî ḧîz kird û řoyşit.

kabray kilkî ker piçřaw, ke emey dî řanewesta, lêyda řoyşit. qazî bangî kird: were kuře toş şikatit hebû? witî: nexêr qurban hîç şikatêkim nîye. witî: ey ew kilkî keret boç bedesteweye? witî: qurban eçim bo lay qerec bêjing dirust ekem! we lêyda řoyşit. kabray bedbextîş be du’ay xêr kirdin bo qazî hate derewe.