qutuwe cigereyekî darî destikirdî sinem hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1428 Dîtin

qutuwe cigereyekî darî destikirdî sinem hebû wêney «ebu ’elî sîna»y le ser hełkenrabû, le binekeşyewe nûsrabû «feylesûfî şerq» kuřêkî nexwêndewarî xełkî sine hate lam - ke nawî baqir bû wêney ser qutuwekey çaw pê kewt, witî: ewe kêye? witim: ewe nûsrawe; feylesûfî şerq ebû ’elî sîna. witî: qurban feylesûf yanê çî? witim: yanê wirdibîn û zor şareza le hemû kun û qujbinêkî ḧîkmet û ’îlma. tozê serî daxist û le paşa witî: qurban ca bêje «firezan» îtir emey boçes!