qutuwe cigereyekî darî destikirdî sinem hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  978 views

qutuwe cigereyekî darî destikirdî sinem hebû wêney «ebu ’elî sîna»y le ser hełkenrabû, le binekeşyewe nûsrabû «feylesufî şerq» kuřêkî nexwêndewarî xełkî sine hate lam - ke nawî baqir bû wêney ser qutuwekey çawpêkewt, witî: ewe kêye? witim: ewe nûsrawe; feylesufî şerq ebû ’elî sîna. witî: qurban feylesuf yanê çî? witim: yanê wirdibîn û zor şareza le hemû kun û qujbinêkî ḧîkmet û ’îlma. tozê serî daxist û le paşa witî: qurban ca bêje «firezan» îtir emey boçes.!