kabrayekî kurd jinêkî hêna nawî leyla bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1273 Dîtin

kabrayekî kurd jinêkî hêna nawî leyla bû. řojêk şeřî legeł mêrdekey kird, mêrde dengî nekird. řojêkî tir hendê şitûmekî şikand, her dengî nekird, carêkî ke dîsan kase û kewçkekanî bemla û bewlada biław kirdewe û fiřêy dan. kabra îtir pêy hełnegîra gelê cinêwî dayê, jineke witî: pyaweke le bîrit dê ke taze hênabûtim bangit ekird leyla û le xoşyana gezgez bałat ekird? ke çî êstake cinêwim pê edey?! kabra witî: jineke êstake têgeyştûm ke ewsa çende şêt bûm!