paşakorey řewandiz le cengida bû, ferman...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  2288 Dîtin

paşakorey řewandiz le cengida bû, fermanî dabû kes çira nesûtênê, şewêk xoy gořîbû bo taqîkirdinewe be naw şar esûřayewe, seyrî kird wa le dûrewe le bin berdêka sûsey řûnakîyek dêt, ke çû temaşay kird ewa momêk esûtê û jin û pyawêk le beryewe danîştûn geme û gałte eken! pyawekey bang kird, pêy wit: aya emnasî? witî: bełê. witî: ey gwêt lew fermane nebuwe ke witûme yasaẍe be şew çira dagîrsandin? witî: bełê gwêm lê buwe, bełam eme çwar sałe legeł em kiçeda diłman pêkeweye, ta êsta boman řê nekewtuwe pêkewe dabnîşîn, îmşew boman řê kewtuwe wa pêkewe danîştûyn.

êstaş paşa sûre, ke hesta ne gwê be paşakore eda ne be paşa saẍe! paşakore ke emey bîst dest eka be pêkenîn û ełê: biřo hemû şew her le xoşîda bin...