ne penamewe

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  516 Dîtin
ne penamewe ...
aro dya peym ne penamewe
cew qews piřwey syafamewe
bew tîr mujgan karî zamewe
pey peřey cergim tîrê hewada
şîrînkarî ew ecel řewada
ta ecel ama we serwext min
hey hû zû berşî gyan sext min
ecel we bêbeş, melûl des hałî
we pabos ew řûy îxlas małî
wat ey nazenîn, meger qezanî
şest şeř engêzrumełxezanî?
çenî kêşay gyan bê siza wihana
îzrayîl pey to laḧewl mewana
wat erhey bednam ademî zadan
řo we ’ezaber giroy diłşadan
qesem we ebroy qews hûnřêzim
we serney mujan şoř şeřxêzim
we dîdey mexmûr bê bade mestim
we zor bazû wiçalakî destim
we bałay bêxewş tûba sayey wêm
we řêze řazan ḧeyat mayey wêm
er derkarim bo dîsan ce nowe
î merde perêm zînde mebowe
êd wat, řû ewmin panya ewpêş
bew noşîn leban řêzey řaz wêş
be wêney yasîn wendiş ne goşim
deng mama ne goş, wêney siroşim
wat: min leylekey piř wefa wimeylim
derûn ce mobet qeys wêm keylim
er zînde bîwe, hey meynet mayem
bêgiz myawî bekam û wayem
dîsan amawe gyan we laşemda
we laşey bîmar bext çewaşemda
ecel îdiş dî, saf û bermeła
watiş: ey diłber ełła û êwełła