badeyêkî mezey ’îşq neda, neş’e çi dênê!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  770 Dîtin
badeyêkî mezey ’îşq neda, neş’e çi dênê!
neş’êkî zyay ’eqił neba, wecdî çi bênê!
saqî besefa, saẍerî mey damê: sebûḧîy
ger dehrî mu’erbed, becefa pêm neřjênê
cana! were, ta can be nisarî qedemit kem
ger xakî řehit bêt û le min can bistênê
maçê bide pêm lew dehenî xunçe mîsalit
ba ḧesretî sed sałeyî dił, hîçî nemênê
bo hênde dił azurde deka: ẍemzeyî mestit!
hêndey mederê bade; ke mîna bişkênê
hêndey menwêne; řuxî awêne, mebada
ahî diłî mezłûmê, be«řût»y binwênê
saqî! bexum û den, be edebNasnava edebî mey bide, emma
cur’êkî bese: şêx; ke ew meste bibînê