heta teşrîfî nîkûyî, terazî qeddî zîba bê

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  775 Dîtin
heta teşrîfî nîkûyî, terazî qeddî zîba bê
debê kê arezûy camey ḧeyatî xoy deberda bê
le nêwan zułf û egrîcet, giriftare diłî zarim
le nêwîda debin axir, çi lemla bê, çi lewla bê
biłêsey agirî dûrîy, eger wabê me’azełła
bebê tabî tecellay řû, ke sînem nûrî sîna bê
serî bêḧałe zułf û dił, ewen firmanî qetłî da
sizay qetłe; ẍułamêkî bełê ger ’aqî mewla bê
ke dîm şem’î cemalî to, le fikirî serbiřîn kewtim
bełê ’aşiq bedîdarit, debê perwane’asa bê
diłî hîcran şiksitem, ger le xaray ’îşqida zanîm
sebû deşkê le xarada; biła sed def’e xara bê
gutim: małim deşêwê min, ke «ba» zułifit deşêwênê
gutî: meftûnî zułfî min, debê małî be«ba»da bê
gutim: cana dełên wek to, le çerxa tal’e řojî
îşarêkî bekułmî kird, gutî: ger řoj, awa bê
bekarî ’aşiqîy naye, le şeydayî beder, ’eqłêk
ke dana hat û ’aşiq bû, debê danayî dana bê
beẍeyrez ’îşq û mułkî dił,cinûdî xał û xet kê dî
ke sułtan û supahî xoy, lemułkî xoy beyeẍma bê
enîsî weḧşî wek mecnûn û wêłî kohî sewdayî
ewêstakeş debê leyla, ke ’aşiq; wek edebNasnava edebî nabê