55

zînîş leswêy mem diłî detoqê
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  624 Dîtin
diłgesteyî ejdehay ewînê
kujrawî dû çawî mestî zînê
gîrawî gunahî bêgunahî
sûtawî giř û dûmanî ahî
ew tazenemamî wa leber dił
bejnî be nekamî kewte bin gił
wek gewherî genc be xak sipêra
marîşî le pêynîy weşêra
ew kêlî çeqa lebin serî mem
deygut ke serim biłinde, gewrem
kwa kêlê ke şan le şanî min da
kê nûstuwe wek memî lebnida?
şay komeł û hozî serferazan
mîwanme, debme cêy nyazan
zîn hat û ledewrî kêlî hała
lêy kirde nisê be bejin û bała
xwên hełdewerî le çawî ałî
detwayewe dił le nałenałî
çawî wekû hewrî xakelêwe
řêjney beguřî deřişt lecêwe
firmêskî le gořî mem ke barî
řenga be mirarî gořî yarî
çendey dekşand le dił henase
têkřa ewî xizme yan nenase
firyadî biłind debû be giryan
kê bû diłî boy nebê be biryan?
pêşmerge û efser û wezîran
derwêş û lepêş û law û pîran
diłdar û cwan û nazenînan
dara û hejar û diłbirînan
wêkřa wekû zînê diłbexem bûn
řořo degeyîşte çerxî gerdûn
hawar û girîn û dad û şînî
birdî guř û hêz û taw û tînî
řonîşt le penay serî memî jar
deygut be sed ax û zarî, ey yar
ey xêwî dił û leş û gyanim
bax bûm û bibûye baxewanim
lew řojewe baxî xot nedîwe
wişke, kize, zerde, pelwerîwe
şillêreyî lêw û pisteyî dem
badamî dû çaw û sêwî kułmem
dû memkî biřewşkênî lîmo
bênaz û le hełwerîne bê to
lêt řûn bê ke nadrête des kes
toy xawin û to denasin û bes
em bejne leser to řaweşênim
mîwe û guł û pelkî daweşênim
şewbon û wenewşe û hełałan
bisk û xet û xał bidem betałan
wek guł şimekî diřû deber kem
bo to quř wixoł û gił weser kem
biskan hemû tabeta bikêşim
wek gyanî pejar û piř le êşim
em baxî gułem beřêkupêkî
her pelk û şikofe û çiłêkî
bo to bû ke bêy û lêy binořî
toş cêge degořî, cê le gořî
min cwanî çi lêdekem bebê to?
bo to nebê ba biçê befîřo
tirsim ke neba diłit demênê
her parçeyekim dexsite şwênê
cwanîm û minîş ke bûyne małit
katê ke demirim û dême pałit
lêmit dewê řeng û bonî cwanîm
çawî bełek û biroy kewanîm
ser kułme be sûrî, lêw be ałî
sersîne be nermî, mem bekałî
biskî řeş û bejnî newnemamim
nemmabê debê çi bê weramim?
çî lame debê biga be xêwî
neygatê kemayesî û peşêwî
bo wey ke le dîdeta nebim sûk
řazawmewe bot le çeşnî nobûk
wek pêşuwe bejnî şox û şengim
serxoşt ekem be bon û řengim
amadeyî maçî ton dû lêwim
turit û şeqememkî şekiresêwim
her çonî minit dewê teyarim
bimgiwêzewe saze karubarim
gořîçeyî to dekeyne perdû
tirsî negeyîn beyek, beserçû
hamêzî le kêlî mem werêna
axêkî dway be jînî hêna
gyan hełfiřî çû belay xudawe
leş kewte zewî û çiray kujawe
lew komełî piř peroş û azar
nwê bowe dubare dad û hawar
twêjałkî birînî kone laçûn
dîsan le quřî pejare řaçûn
jan çowe diłan be mergî zînê
gîrayewe koz û kořî şînê
wek co û pilosk û çem, hemû çem
firmêskî werande ser giłî mem
şorayewe gił betawî baran
baraneyî çawî xizim û yaran
qapoředuřî ke daxra bû
ew gořîçe wa memî tya bû
serpoşî serî ke hełdirawe
buxçey guł û bonî xoş kirawe
zînî şil û mil xira teniştî
pêk geynewe dû melî beheştî
ey mem witî mîr: de bigre zînit
wa kirdime yarî hawserînit
pîroz bê le to û le dezgîranit
řaburdinî xoşî ew cîhanit
lew gořewe mem weramî dawe
xoş hat û cêgay lebanî çawe
ew řaze girînge her kê bîstî
zanî çîye nirxî xoşewîstî
bo waneye aferîn ke wa çûn
diłteng dejyan û diłnya çûn
xakawî nebûn û çûne jêr xak
dořandinî bo nîye diłî pak
ew yarî ke pak û pakřewştin
jyanyan nemre û lenaw beheştin
lêw tûnî û kem le yek nedîwan
amadeye lay xuda beşî wan
jyan xoşe legeł ewîn bira bê
gyan xoşe behoy ewîn cya bê
herkes be cwanî çeşnî zînê
diłdarî bwêt lebatî jînê
yan wêneyî mem leřêy ewînê
xoşî û geşeyek le jîn nebînê
serdanê leřêy nyazî paka
xwa yarî debê û zîyanê naka
ey xwaye be nazî nazenînan
be nyaz û nizay cigerbirînan
ey xwaye be şîrnî cwanî
bew diłteřî dûr le kamranî
xwaye be diłê ewîn deçêjê
bew çawe sirîşkî ał deřêjê
ey xwaye be nałenałî bulbul
xwaye be xunawî nawî sûrguł
ey xwaye be ahî leylî bêřeng
bew şêtî hejarî leylî diłteng
ey xwaye be ahî lêwbebaran
ey xwaye be pêkgeyînî yaran
ey xwaye leřêy kułî diłî mem
bew zîne ke kewte ser kiłî xem
bêbeş le ewîn mehêłe xanîNava taybet
ew kate ke derdeçê gîyanî
pêẍemberî xoş bwê heta ser
bo dwayî nebête darî bêber
bêkîn û le dostî piřî key
gyan û diłî fêre baweřî key
serzarekî zor beçawwiřawe
xawêndeme, kirdewey giławe
akarî le karî çak nebane
sergerme be karî pêçewane
meyhêłewe hênde bo kuł û xem
ba ber bezeyît kewê wekû mem
herçende neçote řîzî pakan
bîbexşe wekû bekir be çakan