54

zîn diłî be bekir desûtê û boy depařêtewe
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  552 Dîtin
dîyan katê ke geyne qisnî ber şar
laşêkî tixêł le beynî dû dar
zanyan ewe bekirî mergeweř bû
aw lake kelakî makî geř bû
tajdîne serî le leş cya kird
kêşey le zewî terewtuna kird
çîrokî bekir ke geyye kin zîn
pařayewe boy le mîr û tajdîn
pyawçak le řiq û le kîne dûrin
herçende besûçe lêy bibûrin
bêfeř ke be çake nedrê padaş
cyawazî be çî bê baş û nabaş?
xway sazderî ’erz û ’asmanan
dayna le berêwe bo memanan
řojê ke ewînî da be diłdar
ew řoje bedîşî da be bedkar
çon dekirê ke pak le pîs weşêrin
zor ḧesteme lêkî hełwejêrin
lay sûregulan diřû řwawe
gencê hebê marî wa belawe
guł sîse bedûr le diřk û dałan
mar hoye ke genc neçê betałan
ger pîsî wekû bekir nebûba
hîç dûr nebû abřûy me çûba
herçend beřwałe nateba bû
řastû dewê bo me dostî ça bû
ger ew nedebû be lemperî me
gumřayî debû be řêberî me
wa der nedeçûyn le şermezarî
pîroz nedebûyn le kurdewarî
ew řêgeyî pakî xiste berman
zor zor emegî heye le serman
herçende bexoy geyşit zyanî
dořandî leřêy meda jîyanî
pêm xoş nîye hîç girêy weber bê
hîwan heye şad û bextewer bê
îdî bese abřûy meřêjin
lew cêy ke min û memî denêjin
ew bibwe segêkî pasderî me
ba her bikewê leber derî me
lay ême binêjrê ba gîyanî
pasî me bidêrê lew cîhanî
biřwane bezey dił û derûnî!
awênebezêne ew be řûnî
awêne û aw gemarê degrê
kê bexşî kesê le destî bimrê?
herkes ke bezey xuda nebînê
nepřûkê be agirî ewînê
nekułabê lenaw ewînî paka
pêy waye kes ew şitane naka
pakan ke bezey xuda debînin
wek hozî firîşte dûrekînin