53

şîn bo memî hejar û kujranî bekirî bedkar
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  530 Dîtin
deygut ewî şînî bo memê kird
ewřoje ke ew hejare pê mird
bû şîn û şepoř lenaw cizîrê
giş pyaw û jinêk û law û pîrê
botanî le gewre ta biçûkan
zawa û xesû, xezûr û bûkan
dara û nedar, biłind û nizman
zana û nezan, nenas û xizman
derwêş û beřîş û mestî bade
pak û beçiłk, bekułk û sade
kwêxa, beřeła, hełe, şel û gêř
giştî wekû yek bibûne şîngêř
çawyan teř û quřbeşan û řeşpoş
peyda nedebû yekêkî diłxoş
bêgane û dûredest û xoyî
herkes bere termî mem deřoyî
bo şwênê deřoyî bekirî piřkîn
ta gum bibê, kewte dawî tajdîn
bo kwê? witî: sîsemarî bedfeř!
ey makî hemû beła û gizî û geř
ey lemperî ber dił û nyazan
pîstir le hemû seg û berazan
abřûberî diłteřanî diłdar
xwêpêwekerî diłî birîndar
kostit kewê wek memit le min kird
çîdît dewê ketnî xot be min kird
ew derde ke dat bemem leser çî?
hêşta detewê ledest me derçî?!
bigre le desim debanî dûdem
bitkem be yekem le tołeyî mem
yekbiř serî bekirî pê newî bû
laşey segî çespî ser zewî bû
katêkî ke hat belay birada
řûnakî nedî lenaw çirada
daygirt leserî kiław û tomar
hawîştîye ser leşî memî jar
dêwane û har letaw birayê
şaławî debird wekû zehayê
nyazî hebû herçî bête pêşê
bo tołe gyanî wî bikêşê
kê lew demeda biba tixûnî
papay bû le mirdin û nebûnî
hawar le desî biraye kin mîr
zû pê û desî xiste bend û zincîr
termî memî kewte řê berew goř
komeł ledwawe mat û serşoř
koteł ke le piştî espî mem bû
bo herkesê makî derd û xem bû
tajdînî lepişt şetek dirabû
agay ke le birdinî bira bû
zincîrî le dest û pê çiřandin
derwaze û bendî têk şikandin
enguçkî sipî nyaye nêw heş
termî memî girte mêz û baweş
xizim û kes û kar û dost û yaran
giryan legełî betawî baran
şiłpey des û sîneyî cwanan
dengî degeyîşte ’esmanan
herçî jin û kîje poř kirawe
řûyan deřnî bedem semawe
giştî lep û pencesûr û ał bûn
bê řeng û xene, le xwên şełał bûn
řîzêk le kiçan yekêk le lawan
pêyan hełdegut be bend û bawan
polêk ledwayewe lexoder
hêndêkî le pêş term semaker
pîr kewtine naw, betaw deken şîn
mîr desrebeçaw debarê esrîn
zîn hate sema, lepêşî terma
çingî dekuta be sîngî nerma
pexşan bibû mûy beser leşîda
wek awî jyan lenaw řeşîda
ew katê semay dekird letaw mem
zuhre be semawe kewte naw tem
řořoy ke dehateder le lêwan
leswêyî detwawe cergî kêwan
dar û dewenî degeł denałî
giryanî jyanî kirde tałî
lew şîne miro ewend weko bû
cerg û diłî řê be kenduko bû
řewtyan diłî ’erzî pê delerzî
bûlerze dekewte nizim û berzî
hênd dadewerîne řûy wekû guł
firmêskî kiçan behoy kułî dił
pêt wa bû le hewrekey beharê
barane leser gułan debarê
çarşêwî řeşî jinan ewê dem
peyda bû, nîşanî şîne bo mem
řûpoş leřuwan kiraye perjîn
řeşîyan leberaye bo mem û zîn