ew çenberî gêsû, ke muzeyyen bepeřenge
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
986 Dîtin
ew çenberî gêsû, ke muzeyyen be peřenge
sed namî xuda, çende melîḧ û çi qeşenge
řuxsare! direxşinde le naw zułmetî perçem
ya pertewî mîhir û ufuqî wadîy zenge!
lêwit; be suxen dênîye î’caz, mesîḧe
çawit; be feten, fîtneyî îslam û ferenge
xwênî diłî met kirde xezzabî kefî řengîn
ew dû kefe řengîne, çi muḧtacî be řenge
çawit eger emşew benîgeh; maylî sułḧe
zułfî syehit boçî degeł mey, serî cenge!
sextîy diłî to; şewqî diłî nazkî ême
wek suḧbetî xara û sebû; şîşe û senge
bê weche bikem fikirî řehayî le kemendit
ta kêşî kemandarî birot piř le xedenge
tengîy demî tom hate nezer, lew ẍezeleyda
boyem bexuda, wek dehenit qafîye tenge
fermûte: edebNasnava edebî canî be maçê, ke dewa bê
hênamewe, hatûm were bîgre, direnge