xałî syehî to, leser ew ’arîzî mînû

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  750 Dîtin
xałî syehî to, leser ew ’arîzî mînû
daẍêke le ḧesret, becger laleyî xud řû
ebro û řux û dîde û xałî xemî gêsût
qewse û qemere û zuhre û perwîn û terazû
şêrî deşkênin nîgehî çawî ẍezalit
nîrûy ẍezenfer, ke beser penceyî ahû
menzûr le ’umrî eme; emřoye: ke tom dî
’umrêkî bebê tel’etî to, çû, beheder çû
hêndem nîye firset, şewekîy wesłî cemałit
bitwanim eda kem ẍemî hîcranit, ewî bû
řêy tuřeyî xwênxiwar mede; hênde beřuxsar
ew cennete; ḧeyfê ke deyspêrî behîndû
řencûrîy hîcranî edebNasnava edebî, bê lebî şehdit
baweř meke ger bêtu şîfay bê be: erestû