subḧidem, hengamî guł, sozey nesîmî ’enberîn

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  1243 Dîtin
subḧidem, hengamî guł, sozey nesîmî ’enberîn
çende xoşe, bade wergirtin le yarî nazenîn
çende xoşe: ’uşretî penhan; nîgarit řû beřû
mutrîb û saqî le layêk, xunçedem yek, meh cebîn
geh sema’î erẍenûn û ga suraḧî le’lî nab
ga le baxî tel’etî yaranî gułřû; gułçinîn
xozge bedwênê şewê ka; dû bedû bûyn emin û yar
ta seḧerman ’eyş û ’uşret bû, mezaḧ û pêkenîn
dem bedem sa’îd le gerdin, leb leser leb, řû beřû
dest leser sîne, xerîkî gułçinîn û bey guşîn
geh le camî lêwekem, demjî quřabey şehdî saf
geh le fincanî demî tengî řewaqî engebîn
geh le baxî sîneda, seyrî dû narincim dekird
ga le gułzarî cemalî da, temaşay yasemîn
geh le badey: mestî kirdim, geh le ẍemzey çawî: şêt
ga le zułfî: wale û şeyda; ne ’eqiłim ma, ne dîn
ga le dû leb saẍerî têkird; keha: abî ḧeyat
ga le gerdin şîşeyî řagirt; keha: ma’ alim’în
ga beřûy xoy kird îşare, geh beřewzey sînekey
hizhî cenّat ’edin fadxiluha xaldînErebî
muxteser dwênê şewê, ta tel’etî mîhrî munîr
her edebNasnava edebî bû, bê seda, muxtarî fîrdewsî berîn