nîgaranî dyarî me, şekerleb, guł’uzaranin

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  837 Dîtin
nîgaranî dyarî me, şekerleb, guł’uzaranin
hemû turkî kemandarin, hemû ’enqa şikaranin
hemû sîmîn binaguşin, hemû mahî zirê poşin
demê nêş û demê noşin, çi cadûger nîgaranin
hemû ẍîlman beçen sade, perî nesiln, perî zade
bexenden neş’eyî bade, beẍemze: mey gusaranin
beqamet nexlekey tûrin, betel’et komełî nûrin
besuret awrî sûrin, beřux: laley beharanin
bedû leb: cûtê gułnarin, beẍebẍeb sêwî xunsarin
begêsû: dû syeh marin, beçaw: efsûnî maranin
bebała: serûy azadin, begêsû: damî seyyadin
le seydî dił çi ustadin, çi mahîr canişkaranin
beçîhre: wek mehin řewşen, bezułfin:ḧelqey cewşen
bekułmen wek gułî gułşen, bedem: xunçey nisaranin
le meşqî ’îşwebazîda, le şêwey kînesazîda
le ’ersey turk tazîda, çi şîrîn şehsiwaranin
le mułkî lutif û ře’nayî, le kîşwer:ḧusin û zîbayî
le patextî diłarayî, çi serkeş tacdaranin
dizî dił, afetî canin; şiksitî dîn û îmanin
ne bestey ’ehd û peymanin, ne xestey can nisaranin
ne ogryar û eẍyarin, ne babî řenc û azarin
ne meḧrem ’aşiqî zarin; ne hemdem bêqeranin
qedeḧdar û mey aşamin, dił’azar û dił’aramin
demê weḧşin; demê řamin, çi ahû cîlwedaranin
edebNasnava edebî çibka le yaranî, le yarî nazdaranî
demê xwênxiwarî bêbak û demî xemxiwarî caranin