cana were ta canî ’ezîzit befîdakem

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  835 Dîtin
cana were ta canî ’ezîzit befîdakem
carêkî! eda û sed keřetîşt beqezakem
layê keşşî ẍemzete, layê yorşî mût
lew nêwe damawim, emin řû le çi lakem!
ta meḧremî her çîn û xemî tuřeyî to bim
pêwem qederê hemnefesî badî seba kem
řencûrîy min, dûrîy guł qendî lebî ton
bêhûdeye xom řence beḧebib û bedewakem
fermûte le paş mirdinî min, dêye mezarim
mirdim bexuda, hênde bo ew we’de du’akem
xeymey diłî me, tenge beleşkirgehî ’îşqit
pêwem ke feraxur besupeh, bare bînakem
her name syah cennetîye, ger weku zułifit
çatir ke be’emden emnîş name syakem
me’lûme ke te’sîrî nîye, nałe le lay to
çibkem! çi biłêm! boçî feẍan! boçî herakem?
me’şûqe le la, cam beleb, menziłî xełwet
çîdî heye dinya! ke temenna le xudakem?
şertî edebNasnava edebîe, canî fîday ew kefî paka
bitwanim eger lewserî gêsûtî řehakem