min le dinya ẍemzedey ḧałî nizarî bulbulim

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  863 Dîtin
min le dinya ẍemzedey ḧałî nizarî bulbulim
waleyî nałîn û nałey zare zarî bulbulim
herdû hemderdîn û herdû kuşteyî tenya gułêk
boye řoj û şew le gułşen, hemcîwarî bulbulim
ew: gułî çû, min diłim çû, ew: be bay da; min: be guł
ew: be derdî min denałê û min nizarî bulbulim
ya ḧeqîqî, ya mecazîy, ’îşq her yek badeye
ger emîş mestim, her ew mestî ẍefarî bulbulim
ta seḧer, ew: gwêy le feryadî cîhansozî mine
ta şewê min, hemdemî feryadî zarî bulbulim
ew: be nałey zarewe, řojane demsazî mine
min: be ahî serdewe, şew ẍemgusarî bulbulim
gerçî yek derse «edebNasnava edebî» sewday emin û ’endelîb
muddetêk emma emin, amojgarî bulbulim