ey ’ezîzî ḧezretî perwerdigarî bê řefîq

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  1059 Dîtin
ey ’ezîzî ḧezretî perwerdigarî bê řefîq
qutbî ’alem, pîrî dana, yusfî mîsrî terîq
xusrewî derwêş kîswet, serwerî qeyser ẍułam
efserî şahanî ’alem, murşîdî xaqan řefîq
dîn nema bû bê wicûdit, dîn betowe neqşî best
dîn nigîn,to bûy bexatem,ew mussece’,to ’eqîq
her ẍerîqê yadî toy bê, ẍîretit mellaḧe boy
gumřehî saḧîl nişîn bê, yad û zîkirî to ẍerîq
ḧenzele; bê şerbetî mîhirit le mînû selsebîl
selsebîle bê mezey qehirit le mînada řeḧîq
feyzî to baran û munkîr kwêr û xubsî dił quřaw
hełxilîskê pêy eger mesmu’e pêm ’uzrî zelîq
dîn û îrşad û terîqet, her beto şaysteye
wek beşanî ḧezretî seyîd, řîsalet bû ḧeqîq
key dega qurban bepayey ’ulwî kaxî hîmetit
wehim û fikirî herdû ’alem, ger bibête mencenîq
wesfî nûrî ’erş gîrit, dête teşrîḧ û beyan
ger le hawenda besen’et pertewî meh bê seḧîq
neqşibendîKes bê mîsal û qadrîKes qudret bedî’
toy leser perdey beqa, kîşa be’exlaqî xelîq
saḧîbî xulqî cemîl û dawerî ḧusin û cemal
mîhreban û xoş ziban û řeḧim kirdar û şefîq
kem tekebbur, bêhewes, xałî le nuqsan, piř kemał
dił qewî, munkîr qewî,fîtret ’ula, fîkiret deqîq
gewherî zatit senay nayê bederyay fîkiretim
fîkirî min ẍewwasî nadan, beḧrî cudî to: ’emîq
dem bedem şadan û xuřem bî, îlahî bê melal
wek le ebrî behmenî, xendane nesrîn û şeqîq
dû kesin qurban le meḧşer, bibye şafî’yan eger
yek: edebNasnava edebî, bidey qedîm û yek: sena xwanit «ḧerîq»