çi řadebê, ke bipirsî demê le ḧałî nizar!
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
1 Xulek
1051 Dîtin
çi řadebê, ke bipirsî demê le ḧałî nizar!
fîday xunçeyî zarit, hezarî wek minî zar
diłî min û serî zułifit; dû tew’emin hemzad
ne ew demêkye sikûn û ne em demêkye qerar
çi řewneqêkî heye guł, bepênc roze dewam!
beharî tel’etî toye, gułî hemîşe behar
bedewrî gułşenî ḧusinit; dû xał û dû gêsû
dû zengibar ẍułamin û dû ’enberîne ḧesar
bexakî pat; meger ew deme biga: serî me
ẍubarî peykerî xakî, bigate çerxî çehar
mematî dergehî to, dozexe eger! asan
ḧeyatî bê lebî to, cennete eger! dişwar
ewendey wa, ke řeqîbit leme diłgîre
hezar ewende bedîdarî to, lewm bêzar
lîqayî yarî mwafîq; ẍezayêke bo řoḧ
hera, le suḧbetî nakes, řefîqî nahemwar
le nêşî ef’î û êşî musaḧebeyî nadan
muxeyyerî ken: edebNasnava edebî ger, beser deçê bomar