nazk bedena, le’il leba; cewr û cefa çend!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  968 Dîtin
nazk bedena, le’il leba; cewr û cefa çend!
bo em diłî zarim; becefa tîrî beła çend!
şîrîn suxenî, ẍunçe dehen; tundîy û tełxîy
bem terze degeł bextî minî name sya çend
ta çend bemîhir û sitem; ew bîm û umêde!
ya bimkuje, ya řûm biderê, xewf û řica çend
lew ce’dî mu’etter, ke le řûy şermewe lare
minnet le gułab û guł û řeyḧan û seba, çend
to xusrewî xûbanî; hemû ême geday řût
ey padşehim; cewr degeł ême geda, çend!
ta tarê le çîn û xemî mût, ’etir fişane
kes nałê: min û nafe û tay mişkî xeta çend
da’îm le diłim bîm û umêdî mû û řûte
ya bîkuje, ya řûy biderê, xof û řica çend
em ’ehde ke me’dûme: wefadarîy yaran
lem dergehe daman; be’ummêdî wefa çend!
bo şe’nî şehan ’are; tetawil begedayan
ey padşehim, cewr degeł ême geda, çend
derdê nîye derdî me, ke çarey bedewa bê
derdêke; ’îlacî nîye, derman û dewa çend
derdê nîye derdim ke ewa çare qibûł ka
bê weche le lam, řencî tebîb, sebir û dewa çend
beḧrêke xemî ’îşq, hezaranî weku toy
ẍerqabî fena kird, edebNasnava edebî, fîkirî şena çend