lêy têbge ew cake ḧelwabê
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
831 Dîtin
dełê bedbîne mîllîyet le dîn cayz nîye û nabê
le parêzî bibin, lêy tê bigen ewca ke ḧelwabê
witî min merdî cengim her kesê baweř bewî dekirê
pyawî merd ebê dyarî elew řoje ke de’wabê
ledîne waye her kes dînî zyatir bê ewe gewre
le îslama le kurdî min heye dîndartirî ba bê!
bedîn bê hogrî, ’alem debê hogir bekurdî bê
hemû pyaw û jinî gel gel, eger noker eger şabê
diruste serfiroy bê dînî bim, hogir benawî dîn
bexoy hawar eka dînim nîye, dujminme sawabê
firîbî em diro û dam û, tełey toranîyan nabê
meger mêşk giranê bê, le hoşa wek ker û ga bê
ewaney wa ewanyan pê dewê, bo dîn nîye hergîz
hîwayan kîse piř bê, des le řona, luqme gewra bê
le nîştimanit esîrîNasnava edebî tya hebê em core pyawane
wiłatit dozexe xoşî, eger wek şam û sen’a bê