were mirdin
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
928 Dîtin
were mirdin, were ’izra’îl emêsta ke le koy
emeta wergire řoḧim, eyewê derçê bexoy
pyawî wek ẍewsî duwem, seyd ’ebdulqadir
şêx se’îd û çen sedî dî gewre elem řêgeye řoy
be’umêdî ser û mał û řeḧetî û jînim nîm
debê lem meslekema des le ser û mał bişoy
mirdinim çon newê min karî gelim řahî nîye
gelî dî herçî heye geyîwete hîwa bo xoy
řołe bo xom nîye destim le hemû karê biřa
le hemû karuberem têbge hîwam her toy
arezûy dîtnî yaranim heye êsta le kon
bêne ey bayî şemał to bî xwa nextê boy
lere ba têkełe (key kurdim) û řencîde ebim
beperêşanîy simko, ke le selmas wu xoy
lawî min, pyawî cîhan emřo le ’eyş û noşe
ewe xorakî etoş nanî cewe û kaseyê doy
zorî pê naçê esîrîNasnava edebî demrî bem ẍemewe
demê dê komełî gel matem eken înca boy