ho saqî

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  841 Dîtin
ho saqîy şîrîn řuxî kurdî dewere dey
zû bimderê sûtawe ciger, badeyê piř mey
payanî nîye derdî giranim weku derya
deryayêke samanî nîye û, hîç nîyetî pey
derdî gele, derdit nîye çarey, witî duktor
hêdî ka meger mestîy mey û, zemzemeyî ney
řût baẍî behare guł û gułzarî beheşte
awêteye lale û guł û nesrîn û sêb û bey
hêzî řeg û řîşem pek exa tawî giřî řût
zwîrît heł’eqirçênê dem û dił, eme to çey
her çende biłindî, legełim řêk nîye payet
her bo bezeyî awřêkim lêde heçî hey
çen care ke guftî benîgarit diłim awa
fermût û nebû, çawedêrî diłbî heta key
ya mey bide zû ya, binwêne řux û dîdar
dîdarit eka herdû cîhan wa le diłim tey
yamey bide, yaxencerêkim lêde leser dił
derçê bedemî xencerewe gyanim û oxey
hêndem biderê da bipeşokêm û biřjênim
ser mêzerekem dabpoşî kurtî mela mey
kuştibê le dewrit geřê bêçare esîrîNasnava edebî
bo derdî elem kare pitir hîç nîye çarey