nawî pêẍember biraym
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
1225 Dîtin
nawî pêẍember biraym ger weber hoşî bidey
kurdîye xoş dyare, kurd buwe lêy tê egey
nawî babî agire, ’areb bewî azer dełên
sareye xêzanî nawî wêneyî kurdî sibey
nawî amozaşî lûte, pêẍemer bû wek ewî
kewte xêłî samîyan nawyan weku wan bû newey
çaxî tengane pyawî fursî kon wayan degut
xwayî îbrahîm elem tengawe řizgarim bikey
pêẍemeryan bû, îmanyan pêy hebû, lew qewme bû
pyawî gel bê şer’ ełê pêẍember û gewre û serey
baweřit bê xêłî ’ednanî, ke kurdin xizmî ton
ḧîkmetî ’amî peyamberbûnî eḧmed tê egey
fursî kone ’arebî, îsma’îlî pişt û řegî
bû be muste’rîb, ke têkeł bû legeł curhum celey
çunke tarîxî zilî fendadî kurdanyan nehêşt
boye pyawî gel nezane dewrî kon û debdebey
řołe westate esîrîNasnava edebî dîn û te’rîxt lewî
fêrbibî baweřbike řêga behîway xot egey