şûrayî

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  747 Dîtin
xeyałî gewreyêkî serbexo hergîz meke, kurdî
ře’îyey gewreyî wa bê, desa emcareke mirdî
xelîfe û padşahî û sełtenet řêgîrî zanîn bûn
witey xwa emirhim şurîErebî ewa řûxandî wu birdî
newe û zor bayî, ger pêwîstî şer’ û dînî eḧmed bê
mweffeq bo nebû řołey nebî, bîrit bê ger wirdî
serokî ḧeqqî meşrû’î dyarî kes nîye emřo
meger ew zate meqbûle, begewre xełk û xwa kirdî
hemû çaxê meke karî feř û asûdegî bo xot
ser û małit fîday řêy mîlletit ke, řołe ger merdî
meke keç gerdinit bo hîç kesê, ger bê û şehenşa bê
eger bîrit biłind bû, bo kest xemxiwar û hem derdî
îdarey mîlletit ewca debê bikirê beşûrayî
eger dînen nebê cayz, esîrîNasnava edebî bo ’umer kirdî?