şûrayî
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
692 views
xeyałî gewreyêkî serbexo hergîz meke, kurdî
ře’îyey gewreyî wa bê, desa emcareke mirdî
xelîfe û padşahî û sełtenet řêgîrî zanîn bûn
witey xwa emirhim şurîArabic ewa řûxandî wu birdî
newe û zor bayî, ger pêwîstî şer’ û dînî eḧmed bê
mweffeq bo nebû řołey nebî, bîrit bê ger wirdî
serokî ḧeqqî meşrû’î dyarî kes nîye emřo
meger ew zate meqbûle, begewre xełk û xwa kirdî
hemû çaxê meke karî feř û asûdegî bo xot
ser û małit fîday řêy mîlletit ke, řołe ger merdî
meke keç gerdinit bo hîç kesê, ger bê û şehenşa bê
eger bîrit biłind bû, bo kest xemxiwar û hem derdî
îdarey mîlletit ewca debê bikirê beşûrayî
eger dînen nebê cayz, esîrîPen name bo ’umer kirdî?