meylî jape
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
2 Xulek
780 Dîtin
meylî japem heye êrane heway çakî nîye
pyawî em cêgeye zanistin û îdrakî nîye
’eyş û noşêkim ewê bê kederu bê ẍussebê
goy zewî řastit ewê bê qiře xorakî nîye
biçme gořewe zor çatre lem zindegîyem
bes nîye mirdû le gořa le kesê bakî nîye
wam ewê hîç kesî gel milkeçî hîç pyawê nebê
lam wehaye gelî wa emřo le hîç xakê nîye
le ẍemî gel leşî řencîdeyî min kełkî nema
defřê řûḧ lelaney hewesî lakî nîye
çunke pêk nayê weha zû bezû hîwayî diłim
tê denořim ke le hîç layewe řûnakî nîye
sûm debê kurkî leber, lastîkî bêgane lepê
hênde kurdî le befir pestek û kalakî nîye
çwar sed sał bû bebêgane çi xercêkit eda
řojê êsta ke hezarit dekujê bakî nîye
ew kesey bîrî hebê piř diłî qehir û derde
beşeq û bar û kutek her kere ẍemnakî nîye
kesê hêşkiçîyetî bo gel û nîştimanî nebê
bexuda hêşkî bo xuşk û jin û dakî nîye
bese em derd û ẍeme memre esîrîNasnava edebî debjî
hoşyarbotewe gel, hîç mełê îdrakî nîye