26

têçandinî bekire mergeweřî şovar û dûzman bo mem
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  731 Dîtin
daynawe xuda ke em cîhane
bê gyanî tyaye yan be gyane
serpakî be řeng, be kar û akar
cyawaze le çeşnî nexiş û sakar
’asman û zewî geřîde û sist
hêndêkî bezîře, hênd kiř û wist
tarîkîy û řûnî, kifir û baweř
yan germîy û serdî, wişkîy û teř
biřwane beheşt letek cehennem
řeş lay sipî cûte, şadî û xem
lêk dûrewe bûn û pêk geyştin
zîndû le nebû kiran û kuştin
řoj û şewezeng û sêber û taw
ba û bij û xak û agir û aw
małdar û hejar û tał û şîrîn
giryan û kenîn û şadîy û şîn
pyaw hen gułî sersewey cîhanin
î wa heye pîs û dûzmanin
î wa heye řast û çakexwaye
î wa heye xwar û řûsyaye
giştî dijî yek leyek xerîkin
lêk dûr û bedem leyek nizîkin
kakił çîye? lêk cwên emane
şarawe çîye lenaw hemane?
ta yek be yekê bida dyarî
yar dyarî deka lekin neyarî
hoy derde dezanî nirxî saẍî?!
hoy befre ke dostî mêrg û baẍî
des berde dirêj dekêşê boman
ba bêynewe ser witarî xoman
mîr lay hebû yek be derkewanî
nawbangî hebû le dûzmanî
le pyawetîya çirûk û řûřeş
diłpîs û le şerim û şûre bêbeş
fêłbaz û beraz û řiq le sîne
bedxiwaz û nesaz û dił be kîne
şeytan û şofar û demdiřaw bû
seg bêzî dehat ewend giław bû
řûzerd bû diro leřast witarî
sertapê gemarîy lê debarî
xwêntał û dizêw, gemał û serřeq
gořî bû neçête der leber şeq
destiřjid û çinok û gûneker bû
bêdost û qize û nezan û ker bû
řûtirş û gizok û gwênebîstû
girj û miř û moç û kesnewîstû
bedfeř bû, begeř bû, demgeweř bû
ew bîjuwe «bekirî mergeweř» bû
tajdîn gelê deygeyand le mîrî
to xawenî naw û deng û jîrî
kê bixiwazê ke xêwî nêwî ça bê
zor şerme segêkî way lela bê
çim wit? segî pasderî emegdar
bedfeř deberî mirin hezarcar
hercar le wełamî pendî tajdîn
eygut eme baştirî dezanîn
ême wekû xêwî aşî başîn
berdaşî le berdî řeq detaşîn
aşî me hemîşe serbexoye
banîje piřî le gał û coye
pîsim dewê aşî wa bigêřê
her zimherê bête ber bihêřê
guł çiqłî dewê ke pasderî bê
genc marî dewê leber derî bê
ême ke bedestełat û zorîn
carêk sipîwaş û zorî borîn
her nermî be karî ême naye
meznayetî banî dû hewaye
carcare yekê debeyne bała
zorcar gelê win dekeyn le çała
carêkî dirust û řastikarîn
sed carê bepêç û lar û xwarîn
ta yek dekirê be xanî xanan
zor kes debê bibne tozî banan
netbîstuwe pîs be pîsî deřwa
karêkî neba diřû nedeřwa
daroẍe eger ne zoł û zał bin
xunkar heye tûşî řojî tał bin
em kare ne karî êmeye û bes
sey pasê heye le derkî herkes
biřwane tenanetî xudawend
em dewr û dûkane çon deka bend
ta pakê dexate ser zemînê
pyaw çawî hezarî pîs debînê
bêhûde bû gifit û pendî tajdîn
neytiwanî le mîr weka peřoy şîn
ew yanîgrey bekîn û bedbîn
zor tirsî be dił hebû le tajdîn
nexwaze ke cê biłînd bû awa
mîr kirdî be yar û xizim û zawa
wek agirî girtibê weha bû
her mirdibû řenguřûy nemabû
merdî le diła nemawî bê pîr
dîtî hel û xoy geyande kin mîr
derçû le dest be hîçê estî
to çon debû tozê řanewestî
ew gewherî tanc û tancî gewher
ew şoxî benaz û nazperwer
cwantir le peřey gułî beharî
sertopî kiçanî kurdewarî
çûy dawte be nokerêk betałan
çon naw debrêy le gewremałan
sułtan debû xuşkî to bixiwazê
şa baye debû bexoy binazê
pêy gut segî pîsî zołî piřkîn
dû çawî minin memo û tajdîn
řojî şeřekem degeł ’ecemda
katê ke serincî ew duwemda
tajdîn leberêk û mem lelaye
dujmin hemû kewte hełwelaye
dû sed ’ecemî be tîr û peykan
be kiławî zirê û be şîr û qełẍan
dîl bûn bedes em duwe betenya
em duwane çilon dedem be dinya
şa, kam sege ta bibê be xizmim
pêt wa nebê hênde pûç û nizmim
sułtan řegez û binîçe ḧîze
řêy nakewê xomî bênme řîze
ew řêwîye dî beła nizîke
řûy giftî geřande barî dîke
gewrem bijî her be kameranî
her xotî le gewreyî dezanî
jêrdestê ke xot denê depênaw
çakey debê win nebê leber çaw
pêwîste emeg bibê le gořa
kes nebwete yarî kes lexořa
bo to kesê tał û swêrî noşî
şîrîn ke demî le řojî xoşî
çûkeş debê şwênî xo negořn
wek pêşû le xo û le to binořn
ba badî hewa nebin be cêge
bo fîkeye derneçin le řêge
dijware nedî û bidî negořê
ser’aw dekewn be taqeçořê
tajdîn ke emey legeł kirawe
lew řojewe şoy lê hełkêşawe
girtûyete dem lelay ew û em
zîn hî mine deykeme jinî mem
ey bo çî gutî û le mey nepirsî?
wa dyare le min nemawe tirsî!
gewrem witî lawe nocwane
mîrzadeye, şêre, pałewane
herçî biłê desbecê řewaye
tirist pê bimênê lew hewaye
hîway beşe tac û text le to ka
mîr lew witeda şiłeja peşoka
nyazim bû gutî ke zînî mem bê
pêm xoş nebû bexşişî wî kem bê
wa swêndê dexom be gořî babim
ta min leser em zemîne mabim
nêrîne le řêçełakî adem
kê lêmî bwê be mêrdî nadem
herkes le ser û gyane bêzar
wa zîn û deba bibête kiřyar
kê qełs û weřez buwe le jînê
bixiwazê le destî ême zînê
xunkar wekû agirin der û jûr
wa başe tuxin nebîn be hîç cûr
řengyan geşe wek pereng û polûn
diłyan řeşe wek xełûz û kolûn
zordar ke bira û kuř û kest bê
çît lê newê, dûrî ew best bê
nexwaze ke pîsî lê weko bin
wek biznî bedem lenaw çiřo bin
bo xwardin û bo kiřosnewey xo
bersim dedrê hezarî wek to