25

pêkgeyştinî zawa û bûk
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  633 Dîtin
zawa ke wejûrkewt le perdû
bwe cêjnî beřastî le her dû
bûk bo em û em beranberî bûk
bo yekdî çira û pepûle her dûk
lewlawe sitê be baweşî waz
pêşwazî dehat be naz û nîmnaz
mafûreye zor le laqî diłxiwaz
pirçî řeşî řadexa le řêbaz
dû çawî kizî şewanî dûrî
geş bûne xew becarê bûrî
pêşan wekû řêwşiwênî çendisał
bo şîrnîy dem be mey kira tał
qum qum meyî qumqimokî bade
deygut ke be bade xem be bade
her yek be pyałeyêkî serřêj
serxoş û be geşkebûn ne sergêj
şermêwnî dakewt be bade
berbûne gyanî yek dû sade
bawî geşekirdinî diłane
bonkirdinî xermenî gułane
mêlaqeyî kułim û lêwî têraw
şewboy ser û bisk û nergisî çaw
sêwî çene, memkî zerdelîmo
heryek yekî bang dekirde lay xo
î wa hebû têkîyan debestin
hêndêkî degestiran be gestin
maç geyye hezar, biłêy ne zore
bo maç ne jimare ma ne nore
deyxistine cêwe bê guř û hêz
deste û mil û hełgûşîn le amêz
detlanewe yek beser yekêda
bazařî germ bû maç lewêda
kułmî guł û lêwî qendî diłbend
têkeł debû dembedem guł û qend
wêkkewtin û lêw le lêw xişandin
dû agirî dû leşî geşandin
çespan beyeka newek pisûtin
xoş êsteye cût û řût û qûtin
pêçan bû leyek wekû dû lawlaw
cût bûn û betaq dehatne berçaw
wek şîr û şekir leyekdî hałan
diz wîstî ke genc berê betałan
polûy geş û sûr becoş û piřtîn
damirkê be lûle’awî zêwîn
kilçokî sipî û sitûr û sersûr
řê teng bû be gîře geyye kiltûr
lem tengîye kwêremar be sed řenc
zorî simî ta geyşte ser genc
derdî dî heta geyîşte nawî
xestawî řijan le taqeçawî
tîrî beguřî kuřêkî kirmanc
bê řê hełebûn, geyîşte amanc
yek xoy deçka le germî řêge
yek xwênî tika le tengî cêge
cengê bû dijî tya şika bû
lew nawe diłopê xwên řijabû
ḧewřojê le derhênan, le tênan
bewlawe, şitî webîr nedênan
ne pişû, ne wiçan, ne xwardin û xew
çespîn bû beyek, ke řoj bû ger şew
carcare be hêmnî û leserxo
debzûtewe beynî nawik û ejno
detgût ke dû zêřgerî hunerwer
lêkyan girêdawe cûtê gewher
zawa le beyanî řojî heştê
naçar çuwe der lenaw beheştê
dîtî ewe mem heta ewêsta
wêstawe le derke şîr le desta
pasdarî der û derûne her ga
gyanî le desaye çaw le derga
mem dîtî biray le perde derhat
wa şad bû mepirse çî beser hat
geş bowe girêy diłî kirawe
pêy wabû cîhanî pê dirawe
yarit ke hebê debê weha bê
ger wa nebê, kełk û sûdî nabê
yarêkî beřastî ger hebê pyaw
sed xizmî bedî denê depênaw