sitayşî pêẍember
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
1148 Dîtin
yezdan le ezelda hebû wek xezneyê gumbû
wîstî ke dyarî bê, îradey bexelq bû
new’î beşerî, xwa, medenî xelq û peyakird
qur’anî bedestûrî ’emel bûn řewakird
wîstî ke mubelîẍêkî şayste le xoyan
bo řuḧî muḧemmed, destegułî řeḧmet û řeḧman
çunke le beşer layq û pakîze her ew bû
boye le xway gewrewe ew na’il be beşer bû
derkewt sebebî ḧîkmetî xwa nardinî řehber
boçî bû muḧemmed le beşer bû bepeyamber