nîştimanit wek beheşte

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  1107 Dîtin
řołe koşiş ke bicûłê řoj û şew
ba nemênê řaḧetî û xorak û xew
řojî pêwîst xot bike qurbanî gel
ger le komeł kewte ber to řîz û dew
pif le kûrey sîneyî lawit bike
řojhełatî gel biłê goranî ew
lem hewargey baw û bapîrit meřo
dabmezrê wek çya, zor tałe řew
bîrî her çît bû le dił bîşarewe
bê ber û bê cêye deng û qaweqew
herçî karî aşkare lêy bidwê
řołe pêk nayêt û berxor nabî lew
nîştimanit wek beheşte çîmenî
tya dexwênê poř û bulbul, qumrî, kew
danewêłey çarewat û xot eda
gendum û nîsk û birinc û nok û cew
amedî zore û behate cêyî to
bawye řaw, şampanyaCih naga be’ew
ey esîrîNasnava edebî kuştey xakî paktî
her biłê ta detkene qurbanî ew