bexêrçî
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
1039 Dîtin
bexêrçî xoşewîstî komeł û hîway gelî kurdan
ke toy têda nebî hełbet betałe da’îre û dîwan
umêdim waye zû cêget û řutbet wezaret bê
nekey şik her ewêne cêgete ey xawenî ’îrfan
teḧemmul nakirê ya bêrewe ya ême bêyn bo lat
weku to nabê hergîz ew kesey wa dêtecê boman
zwanî ḧałî kerkûk bangî kird firyad řesîwî to
le tûnana dexnika awyanit da weku baran
bijî bo şarî bêkes her bijî bo mîlletî bê hêz
bijî ey nasrawbab nerîman û kesî saman
hezaranê le sayet karî ferahim bû
ewen her em esîrîNasnava edebî derdî karî ew kira derman
le xwawaman ewê payet biłinditir berz û bała bê
heta dinya emênê herbijî ey muḧterem boman