şedelar

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  809 Dîtin
besyetî mirdim nema aramî dił, tozê wiçan
bêrewe dîdarê binwêne şehî kurdistan
xwênî dił westa le yadî dûrîy řût, leş sûta
arezûy dîdarî toy bû hateder, bêçare gyan
dił bedîdarit delerzê dest û pa keç, wek zuban
hey şedey larit pitir samî lesed tacî keyan
şew behîwayî sibey dîdarî řût bêdar ebim
řoj be’awatî nîgarit her le řencam û dewan
bê mesîḧ asa nîgahê ke belayî çawewe
da ke mirdû zîndebê bedwaweyî řûḧî řewan
bê, bînayî çawekanim çû le tawî çawe çaw
bendî cerg û dił le bê aramî ceřran û pisan
bêrewe biřwayî min, her toy mebest îmanekem
bo lemin zwîrî dezanî bê weye kirdey nezan
ho esîrîNasnava edebî kam ewatit hate dî, yarit dewê
derd û řenc û daẍî dił bû serbeser bo to jyan