name bo bê kes
Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
1 Xulek
896 Dîtin
nûrî çawim kake fayeq řuḧekem hîwayî gel
poste, namet nageyênê fermû bê bo xanî tel
xoşewîstîy gel ke karî kirde mejg û mox û řeg
bîrî pê nawê bexoy hełbet enûsê, dest û pel
’eşqî mîllet pêm dełêt û pêm denûsê řoj û şew
gerçî damawim ledaxa derdedarim bûme şel
tak û tenha ẍemxorî nîştimanî pakî kurdî gurd
bûme nîşanga weku darebenî lêwarî kel
serwerim řuḧî şîrînim hêz û twanayî leşim
êwen emřo beřastî, pêk hênerî fermanî gel
tow hewałanit piłing û şêr û bebru parsin
çî le mellayî kizu bê dest û bestezwanî mel
her beyadî êweye manî esîrîNasnava edebî derbeder
berdî êwe têk eda pol û biřî bedxiwahî qel