feřî zanîn

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 2 Xulek  924 Dîtin
bûn besergewre be’îlme nek bebała wu cemal
’îlim kesbî pê dewê mumkîn nîye bûnî bemał
ẍurbet û terkî weten, řenc û řezîlîy pê dewê
terkî qewm û xizim û erbab û kes û mał û minał
çend zemanêkî mweqqet, em cefayey pê dewê
paş ewe řołe ebîte xawenî cahu celal
karger û zana nebî, hîçî lepêş çawî beşer
herçenê zorit bigate mertebey zorab û zał
gyanî pakî hawinşînîy zindeyî jûran eka
ew xwa pêdawe zanînî geyîbête kemał
xoş ekoşê xoş epoşê xoş enoşê řoj û şew
dête berdestî besûkî xûrşî çak û ḧełał
jîn û xoş xorî elem dinyaye ger boy des neda
ḧurmet û qedrî heye lay pîr û cahîl û minał
sofîyek ’îlmî nebê, daym le me’na bê beşe
sîḧre îstîdrace, dîtit cahîlê bifřê bebał?
daxîlî eşrafe, gewrey xełke pyawî xûndewar
ew kesey neyxwêndbê, dełłałe, beqqałe, ḧemał
bîjmêrim feřřî xwênîn û, nezanîn, bê feřřî
lapeřey řojnameket, naka le bo çapî mecał
ey esîrîNasnava edebî çakîy zanîn binûsî řoj û şew
nayête kota le zanîna wite û şî’ir û meqal