muddêke le hîcranî to şêwaye diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 2 Xulek  1685 Dîtin
muddêke le hîcranî to şêwaye diłî min
sergeşte wu bêçare wu řîswaye diłî min
peyweste le kêwan û le seḧraye diłî min
mecnûn sîfete ma’îlî leylaye diłî min
em weḧşîye esła ke le bo ême nebû řam
herçende se’î û koşiş ekem nayete nêw dam
aya le ser em şořşeye çî ebê encam
asarî ke lem weḧşete peydaye diłî min
sewdaser û dêwane wu ḧeyrane hemû dem
bo yar bo eẍyar şerîke le hemû ẍem
farẍ nebû yek leḧze eger zor û eger kem
aşufte wu piř şořş û ẍewẍaye diłî min
da’îm le ẍemî ’eşqî to wa xane xerabe
bew awrî dûrîte ke wa sîne kebabe
bê’are meger boye ke azarî sewabe
bedbextî nebê çî le çi damaye diłî min
bew zulfe esîrî meke dêwaneyî toye
mescûnî meke xadmî derganeyî toye
meftûnî cemalî tuwe perwaneyî toye
muştaqî qed û qametî ře’naye diłî min
dûrî le weten derbederî yar û dyare
bê mûns û bê yawer û bêzar û nezare
bîmar û birîndar û cefakêş û hejare
bêçareye wa řûyî le mewlaye diłî min
bê řeḧim û wefayî bese ey yarî wefadar
şeydayî hewayî tuwe ew safîNasnava edebîyî bêçar
pabendî dûsed ẍem buwe lew lomeyî eẍyar
cêy çareserî dergeyî beẍdaye diłî min