zistanî ał
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
2 Xulek
1109 Dîtin
dił esûtê, meşxełêke giř girtû
weku pûşî xermanî berba kewtû
paşmawekey çewałêke bê sûtû
kanî xwêne, lebin naye wek mirdû
řû le kwê keyn? kwê berîne bo řawêj
bê girmeye, bê xirmeye, katî çêj
hîç naygatê nek tifengî top hawêj
çaw xoł exwa beçwar laya gêj û wêj
berew koteł řazî tazey zistane
lêw řeng kirdin camxanekey dukane
henar liqî beser singa pexşane
ax şaxekan dest û pencey ser şane
denkî henar wek diłopî giryane
lerey singe ziřey dest û fincane
---------------
dił esmirê, tîr hawêjîş çawane
řû le kwê keyn? têşûy řêman firmêske
twêşeberey cewałêkî piř êske
dił hełgîrsa pişkoy zêřî tamêke
gurc lê eda xêra xêra wek nêke
zistanî ał, kê hawřaz û hawřêye?
kê berhemî cêçnigî konî pêye?
kê demarî nek xilîçke wek zêye?
řêgabře kemer tunde bepêye
kê hawřaze, hawnyaze, hawderde?
kuřî şewe, řołey řoje neberde
giř girtuwe nek sûtawe wek berde
pişko xore, agir hare, ham ferde
kê şînpoşe, şeweberge, damawe?
ciger wine, êsqanî dakirmawe?
sipêney çaw cogey xwênî têzawe?
hawřêy mine, pêste pêşî bemlawe
kê hawşane, hawşeqawe, sing pane?
pêst estûre bo lêqewman qełẍane
bîrî tîje wek neşterî debane
hawřêy mine, dem binête em gyane
zistanî ał, zistanî ał, kiřêwe
daypoşîwe ew berdane, ew kêwe
befirmał kwa? bo řê biřan lew çêwe
kwê berzye, amêteye, nişêwe?
serderkirdin lelay hendê pirsyare
serberzêtî jan hênere cexare
gwê axnîn baranî jêr deware
lirf lêdan, kiraweye be bare
ey tîşkî řoj, wey zerdey şaxekanim
xo min kurdim, her hîç nebê însanim
çawkirawey gułałey girdekanim
peyman bê yan gyan ya nîştimanim