bo şehîd nurî ḧeme ’elî
Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
1 Xulek
769 Dîtin
birînim agire şaławe xwênim
serînim piř le pişkoye şwênim
le řûy řoja bebergî erxewanî
le twêy nûsrawe nûrîm her emênim
emênim çunke řołey sûrî pişkom
biruskey ał û wałay dewrî asom
lenaw diłdam lenaw xwên û demaram
heta kurdê bimênê min le şaram