bo hełebce

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 1 Xulek  924 Dîtin
ey gułałey xwên lê tikawî nîsan
awdirawî be cogey xwênî giryan
lenaw gořa çirîskey dêt birînim
meşxełêke bo řojgarî jînim
legełtan bûm nesûtam, êste pişkom
xemî êwe û xemî xom girte estom
eger dûkeł henasem bêt be xwênaw
eçnim tořî azadî xom be dêraw
heta epwêt demar û êsqanim
bequrbanî biçuk û gewretanim